Dengê ji Amedê bilind bû: Jin Jiyan azadî
- 17:55 25 Mijdar 2024
- Rojane
AMED-Hevseroka Gitşî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di meşa li Amedê çarçoveya 25’ê Mijdarê d epêk hat axivî û got: “Ne walî bila desthilatdarî bê, ne desthilatdarî bila pergala serdest ya mêr bê. Rehbera me ‘jin jiyan azadiye’. Em dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ bi termînolojiya rêxistinî dibêjin. Ev li dijî qetilkirinên desthilatdarî li dijî parastina gumanbaran, dirûşmeya rêxistibûna jinane.”
Tora Têkoşîna li dijî Tundiyê ya Amedê û Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) li Amedê li Qada Deriyê Çiyê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navnetweyî meş da destpêkirin û heta Keçîburcu meşiyan. Di meşê de pankarta ‘li dijî tunidya mêr jin jiyan azadî’ hat vekirin. Ligel vê Komeleya Rojanemgerên Jina Mezopotamyayê (MKG) pankarta ‘ji tundiya li dijî rojnamegeran re na, çapemeniya azad nikar bê bêdengkirin’ vekirin.
Di dirûşmeyê de bê navber ‘jin jiyan azadî’, ‘bijî yekitiya jinan’ hat berzkirin. Jinên piştî meşê hatin Keçiburcu, navê jinên hatin qetikirin bibîr anîn û bersiva ‘li virin’ dan. Her wiha Navê Nagîhan Akarsel ya li Silêmaniyê hat qetilkirin hat bibîranîn.
Ji Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ya Amedê Gulîz Kaya metna daxuyaniyê xwend.
‘Jin jiyan azadî bilind dibe’
Gulîz Kaya da zanîn ku ji bo aştiya civakî û azadiya jinê dibêjin ‘jin jiyan azadî’ û dîroka xwişkên Mîrabel vegot. Gulîz Kaya da zanîn ku ew dizanin ku tundiya mêr ne bi çalakiyên şexsî yên gumanbaran, bi teşeyên îdeolojîk yên dewletê teşe dibin. Gulîz Kaya got ew rêxistibûna xwe bi ‘jin jiyan azadî’ diqîrin.
‘Jiyana jinan hedef tê girtin’
Gulîz Kaya wiha anî ziman: “Sûcên lihember jinan bê bêcezahiştinê encam dibin. Di serî d eli Tirkiyeyê gelek dewlet peymanan li ser kaxizê dihêlin û pêk naynin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em jin wê têkoşîna azadî û wekheviyê bidomînin. Jin Jiyan Azadî li dijî binpêkirinê serhildane.”
‘Em ê destur nedin’
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît jî axivî û wiha got: “Îro ji malan ji dibistanan, ji erd û fabrîkayan yên hatine qadan; dixwestin û dikaribûn bên, yên dilê wan bi agirê azadiyê dişewite, em hemû xwişkên xwe silav dikin. Em vê rojê wek roja hatina gel hev qebûl dikin. di 25’ê Mijdarê de em li dijî tundiyê dengê xwe bilind dikin. Rojê 3 jin tên qetilkirin. Dewlet temaşevan dimîne. Em ê destur nedin ku mafên me bên desteserkirin. Em ê destu nedin ku dest bidin qanûna 6284. Nagîhan Akarsel û Hevrîn Xelef rumeta me ne.”
Hevseroka Gitşî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî axivî û axivî û got: “Ne walî bila desthilatdarî bê, ne desthilatdarî bila pergala serdest ya mêr bê. Rehbera me ‘jin jiyan azadiye’. Em dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ bi termînolojiya rêxistinî dibêjin. Ev li dijî qetilkirinên desthilatdarî li dijî parastina gumanbaran, dirûşmeya rêxistibûna jinane.”
Daxuyanî bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ bidawî bû.