4 kesên ku li Êlihê hatibûn girtin serbest hatin berdan

  • 16:53 2 Kanûn 2024
  • Hiqûq
 
ÊLIH - Rojnameger Mizgîn Sonûk û endamên Meclîsa Şaredariya Êlihê Hatîce Taş, Ozdemîr Çelîk û Vedat Ozer ên ku tayînkirina qeyûman şermezar kirin, hatibûn girtin hatin berdan.
 
Gel li dijî tayînkirina qeyûm a Şaredariya Êlihê ya di 4’ê Mijdarê de li ber şaredariyê kom bû û bertekên xwe nîşan da. Rojnameger Mizgîn Sonûk û endamên Meclîsa Şaredariya Êlihê Hatîce Taş, Ozdemîr Çelîk û Vedat Ozer ên ku tayînkirina qeyûmê protesto kirin, piştî îfadeya wan di 7'ê Mijdarê de hatibûn girtin.
 
Mizgîn Sonûk û Hatîce Taş, Ozdemîr Çelîk, Vedat Ozer piştî lêpirsîna ku hat girtin ji aliyê 2'yemîn Dadweriya Cezaya Sulhê ya Êlihê ve hatin berdan.