Li dijî êrîşên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bertek mezin dibin
- 17:30 3 Kanûn 2024
- Rojane
BEDLÎS- DEM Partî ya Tetwanê li dijî êrîşên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek dan û bertek nîşan dan.
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Bedlîsê bi armanca êrîşên Tirkiyeyê komên paramîlîter yên girêdayê wê yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, protesto bikin daxuyaniyek dan. DaxuyanÎ li ber avahiya berê ya şaredariya Tetwanê pêk hat û ligel endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) û meclîsa şaredariyê gele kes tevli bûn.
Hevserokê DEM Partî ya Norşînê Yasîn Yalçin daxuyanî xwend. Beriya daxuyaniyê hevserokê DEM Partî yê navendê Fîkret Bîrlîk axivî û da zanîn ku li rojava û Rojhilata Navîn çeteyên dişibin DAIŞ’ê derketine holê û ji 2012’an de ya DAIŞ Rojhilata Navîn di xwînê de digevizîne.
Piştî axaftinan daxuyanî bidawî bû.