Navnîşana înternetê ya Ajansa Mezopotamyayê hat astengkirin
- 18:32 27 Kanûn 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Navnîşana înternetê ya Ajansa Mezopotamyayê ya bi navê “mezopotamyaajansi40.com” hat astengkirin.
Navnîşana înternetê ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) a bi navê “mezopotamyaajansi40.com” bi hinceta "parastina ewlehiya neteweyî û pergala cemaweriyê" ji aliye Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Bedlîsê ve di 27'ê Kanûna 2024'an de bi biryara bi hejmara 2024/2618 hat astengkirin.
Hûn dikarin bi vê navnîşanê "www.mezopotamyaajansi41.com" xwe bigihînin Ajansa Mezoptamyayê.