Kongra Star: Kerem Şihabî nayê jibîrkirin
- 11:59 9 Çile 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star têkildarî rêvebera Kombûna Jinan a Zenûbiya Kerem Ehmed El Şeheb El Hemed ya di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a li dijî karwanê sivîlan ê li bendava Tişrînê de hat qetilkirin, diyar kir ku ew semboleke têkoşîna jinan a ji bo azadiyê ye û nayê jibîrkirin.
Bi armanca rawestandina êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser bendava Tişrînê û parastina wê ji hilweşînê, duh bi hezaran şêniyên kantonên Cizîrê, Tebqa, Reqa û Firatê çûn bendavê. Dewleta Tirk li dijî karwanê sivîlan êrişeke hewayî pêk anî. Di encama êrişê de tevî rêvebera Meclisa Kombûna Jinan a Reqayê Kerem Ehmed El Şeheb El Hemed, 3 kes hatin qetilkirin û 15 kes jî birîndar bûn.
Der barê mijarê de Kongra Star daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk ên li ser jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wek binpêkirineke mezin li nirxên mirovahiyê hat binavkirin.
Di daxuyaniyê de îşaret pê hate kirin ku Kerem Ehmed El Şeheb El Hemed rêvebereke sereke di Kombûna Jinan a Zenûbiya de bû û bû sembola têkoşîna azadiya jinan û mafên wan. Hate diyarkirin ku Kerem Ehmed El Şeheb El Hemed kesayetek wisa bû ku hewl dida civakeke demokratîk, adilane û wekhev ava bike.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku qetilkirina Kerem Ehmed El Şeheb El Hemed sûcek dijmirovî ye û sûcek li dijî nirxên azadiyê ye. Her wiha wekî hewldaneke ji bo bêdengkirina jinên têkoşer hat wesifandin.
Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku "Bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî van binpêkirinan rê ji Tirkiyeyê re vekirî dihêle ku sûc û siyasetên xwe yên çewsîner bidomîne, ev jî wê bandorên xetere li ser ewlehiya herêmê û cîhanê çêbike."
Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku berpirsyariyên xwe yên exlaqî û qanûnî bi cih bînin û dimildest sûcên Tirkiye yên li dijî jin û sivîlên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestînin, der barê van sûcan de lêpirsînekê vekin, berpirsên sûcan sewqî edaletê bikin û cezayan li Tirkiye bibirin.
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Em teqez dikin ku jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji têkoşîna xwe ya rewa ya ji bo azadî û rûmetê gavan paşde naavêjin. Kerem Ehmed El Şeheb El Hemed nayê jibîrkirin û sembola têkoşîna jinan a ji bo azadî û edaletê ye."