Li Helebê Navenda Astengdaran a Nûdem hat vekirin

  • 17:10 11 Çile 2025
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê Navenda Nudem a amedekirin û geşedanên mirovî ya astengdaran hat vekirin. Rêvebera qada civakî û Endama Naveda Nudem Xedîce Korekicî derbarê vekirina navendê de axivî û wiha got:"Bi hemû derfetên xwe em hewldidin bi astengdaran re bibin alîkar ,divê saziyên mirovî jî ji bo bi astengdaran re bibin alîkar demê veqetînin."
 
Li bajarê Helebê tevî kêm derfetiyan û rewşa aloz navenda Nûdem ku ji gelek beşên ji bo alîkariya bi astengdaran pêk tê hat vekirin.  Rêveberiya Qada Ciavkî û Endama Navenda Nûdem ya bajarê Helebê Xetîce Koekicî têkildarî vekirinê ji ajansa me re nirxandin kir.  
 
'Dê li navendê perwerde bê dayîn'
 
 Rêveberiya Qada Civakî ya bajarê Helebê Xedîce Korekicî axaftina xwe ji ajansa me re kir û wiha têkildarî vekirina navendê got:"Îro me navenda NÛDEM li bajarê Helebê da vekirin îro ev navenda me wê bibie cihê perwerdeyê ji astangdaran re her wiha perwerdekirina wan di her mil û aliyê de hem di milê zanistî û hem jî di milê hunerî û werzîşê de dê bibe alîkar."
 
'Ji bo astengdaran bibin alîkar'
 
Di berdewamiya axaftina xwe de w Xedîce Korekicî got:"Li gel me tu cudahî di navbera mirovên astengdar û mirovên ne astendar de tune ye her du jî mirovin û divê em ji bo pêşxistina wan bibin alîkar îro em di bin diruşmeya 'Bi vîna xwe em ê hêviyan biafirînin' û bi vê hêviyê me navenda xwe da vekirin."
 
Di dawiya axaftina xwe de Xedîce Korekicî hêviyên xwe anîn ziman  û got :"Em bi  hêvî ne di demê pêş de di Sûriya ya nû de cihê astengdaran hebe her wiha ji bo wan taybet ofîs bên vekirin û alîkarî ji bo wan bê dayin."
 
'Mebest alîkarî ye'
 
Di heman demê de Endama Navenda  Nûdem a bajarê Helebê Asiya Horo jî têkildarî girîngiya vekirina rêxistina Nûdem wiha axaftina xwe kir û got:"Vekirina Navenda Nûdem bi mebesta xwedîderketina li astengdaran û hînkirina wan e. Hêviya me ew e ku hemû rêxistinên mirovî bi astengdaran re bibin alîkar û pêdiviyên wan pêk bînin."