Li Sûrê Sere Salê hat pîrozkirin

  • 18:39 14 Çile 2025
  • Çand û Huner
AMED - Serê Salê li navçeya Sûrê bi çalakiyên cûr bi cûr hat pîrozkirin. 
 
Li Amedê pîrozbahiyên Serê Salê dewam dikin. Şaredariya Sûrê û Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê Serê Salê li navçeya Sûrê ya Amedê bi çalakiyên cur bı cur pîroz kirin. Hevşaredar Fatma Gulan Onkol jî di nav de gelek kes li avahiya komeleyê hatin cem hev. Piştî çalakiya "Kosegelî" govend hat gerandin.
 
Beşdarên çalakiyê piştre esnafên li Kolana Melîk Ahmet ziyaret kirin. Di serdanê de daxwazên aştî û azadiyê hatin kirin. Dikandaran behîv û gûz û her wiha fêkiyên cuda peşkeşi çalakvanan kirin.
 
Welatî bi coş tevli çalakiyê bûn.