Ji aktîvîstên jin bo Pexşan Ezîzî çalakî
- 18:14 15 Çile 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Komek aktîvîsên jin ji bo Pexşan Ezîzî ya cezayê darvekirina lê hatibû birîn hat erêkirin li ber Walîtiyê çalakî pêk anîn. Jinan di çalakiyê de diyar kirin kut ê xwestin berxwedan û jiyana jinan bê bêdengkirin.
Cezayê darvekirinê ku ji aliyê dadgeha bilind a Îranê ve li Pexşan Ezîzê hatibû birîn, hat erêkirin li bajarê Sîneyê ji aliyê jinan ve hat protestokirin. Jinan li ber Walîtiyê daxuyanî dan û daxwaza edealetê kirin. Jinan diyar kirin ku cezayê hatiye erêkirin ne tenê bêdadiye, heman demê de li dijî rumeta mirovahiyê ye.
Di daxuyaniyê de hat xwestin ku divê cezayê hatiye erêkirin bê betalkirin û got betalkirina ceza wê di alî îtîbara ahlaqî û mirovî de gavek girîng be