Li dijî kesên diçûn Bendava Tişrîn êrîş: Sê kes hatin qetilkirin
- 18:32 15 Çile 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Di êrîşa Tirkiyeyê û çeteyên girêdayê wê yê yên li dijî Bendava Tişrînê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 3 kes hatin qetikirin û 7 jî birîndar bûn.
Tirkiye û komên paramîlîter yên girêdayê wê, konvoya welatiyên ku ji bo çalakiya nobeta li Benda Tişrînê ketibûn rê bombebaran kirin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) di encama bombebaranê de welatiyek hat qetikirin û çar jî birîndar bûne.
Welatiyên ku tevî hemû zor û zehmetiyan meşa xew domandin, cara duyemîn êrîşê wan hat kirin. Li gorî ANHA’yê di vê êrîşê de jî du kes hatine qetilkirin.
Ji 4’ê Çile heta niha 7 kes hatin qetilkirin.