Akdenîz li ber xwe dide: Em xwedî li îradeya xwe derdikevin

  • 15:04 20 Çile 2025
  • Rojane
 
MÊRSÎN - Di çalakiya nobedê ya li dijî tayînkirina qeyûm a Şaredariya Akdenîzê de peyam hat dayîn ku heta qeyûm ji şaredariyê derkeve û girtî bên berdan wê îrade bê parastin û têkoşîn bidome.
 
Çalakiya nobedê ya li dijî tayînkirina qeyûm li Şaredariya Akdenîz a Mêrsînê hatibû destpêkirin di roja 11'an de berdewam dike. Li ber şaredariyê ku ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin daxuyanî hat dayîn. Di çalakiyê de bê navber dirûşmên "Hevşaredarên hilbijartî vîna me ne", "Na ji qeyûman re, ji îradeyê re rêzdarî", "Diz wê derkevin, gel wê bimîne" û "Qeyûm diz e, xwedî li Akdenîzê derkevin" hatin berzkirin. 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên bajêr, Parlamenterê berê yê CHP’ê yê Mêrsînê Serdal Kuyucuoglû, Dayikên Aştiyê û gelek kes tevlî nobetê bûn û pankarta “Rejîma Qeyûm derbeyek li vîna gel e” hate vekirin. 
 
'Em ê vîna xwe biparêzin'
 
Hevseroka DEM Partiyê ya navçeya Mêrsînê Bedriye Kuş a ku destpêkê li nobedê axivî, diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin û got, "Em ê vîna xwe biparêzin. Em ê berxwedana xwe bidomînin. Heta ku Şaredariya Akdenîzê radestî were kirin, em ê têbikoşin. Hevşaredarên me bi îradeya gelan hatin hilbijartin."
 
Parlamenterê berê yê CHP'ê yê Mêrsînê Serdal Kuyucuoglû piştî Bedriye Kuş axivî û diyar kir ku polîtîkayên qeyûman ne li gorî Tirkiyeyê ye û got, "Ev wêne ne li gorî Tirkiyeyê ye. Ev wêne ne li gorî welatekî demokratîk e. Wek min got Tirkiye dewleteke hiqûqê ye. Hêvîdar im îradeya gel van pêkanînên dijdemokratîk ji holê rabike û gelên Tirkiyeyê careke din bi ser bikevin."
 
'Dizên biçûk û dizên mezin'
 
Herî dawî li ser navê Partiya Şoreşger Îsmet Akdag axivî û wiha got: "Li cîhanê du cure diz hene: dizên biçûk û dizên mezin. Polîs dizên biçûk digire, polîs dizên mezin diparêze. Pirsgirêka rastîn, pirsgirêka rasteqîn ya bawermendan e."
 
Çalakiya nobedê bi çalakiya rûniştinê berdewam kir.