'Heta birêz Ocalan azad bibe wê têkoşîna me bidome'
- 14:46 9 Sibat 2025
- Rojane
MÊRSÎN - Di mîtînga "Ji bo Aştiyê Azadî" ya li Mêrsînê hat lidarxistin de gel daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir. Berdevka Meclisa Jinan a DBP'ê Bêrîvan Bahçe peyam da û got, heta Abdullah Ocalan azad nebe ew ê têkoşîna xwe bernedin.
Mîtînga "Ji bo Aştiyê Azadî" ku bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Mêrsînê bi armanca ravekirina hewldanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û civakîkirina çareseriyê li Mêrsînê hat lidarxistin, bi coşeke mezin dewam kir. Di mîtînga ku azadiya Abdullah Ocalan hat qîrîn, jinan cil û bergên xwe yên herêmî yên rengîn li xwe kirin û bi deqeyan govend gerandin.
Destûr nedan ku bi laçika spî têkevin hundur
Li qada mîtîngê ku pankarta "Em ji bo aştî û azadiyê li hev dicivin" hate daliqandin girseya gel bê navber dirûşmeyên "Bê Serok jiyan nabe" û "Jin jiyan azadî" berz kirin. Gel bi qîrîna dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" piştgirî da girtiyên li girtîgehan li berxwe didin. Li nuqteyên lêgerînê polîsan nehiştin jin bi laçikên xwe yên spî yên ku sembola Dayikên Aştiyê ne bikevin qada mîtîngê. Lê piştî bertekên Dayikên Aştiyê polîsan dev ji vê pêkanînê berda. Posterê Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş bi hinceta "qedexe ye" ji aliyê polîsan ve nehat qadê. Piştî ku parêzeran mudaxele kirin û daxwaza "belgeya qedexeyê" kirin, polîsan dev ji vê pêkanînê berda û afîş birin qadê.
Azadiya Abdullah Ocalan hate qîrîn
Di mîtîngê de hunermend Kadîr Çat derket ser dikê. Dema Kadîr Çat derket ser dikê coşa girseyê hîn zêdetir bû û girse bi awazên berxwedanê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kir.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê ya navçeya Mêrsînê Bedriye Kuş gelê ku qada mîtîngê ji bo aştî û azadiyê tije kirine silav kir û diyar kir ku gelên li vir hatin gel hev wê dengê xwe yê aştiyê bigihînin Enqereyê û got, "Ev helwesta bi rûmet a gel wê bibe sedema azadî û aştiyê."
'Heta Birêz Ocalan azad bibe em ê têkoşînê mezin bikin'
Li ser navê TJA'yê Berdevka Meclîsa Jinê ya DBP'ê Bêrîvan Bahçecî jî axaftinek kurt kir. Bêrîvan Bahçecî diyar kir ku dema Abdullah Ocalan azadiya fîzîkî bi dest nexe aştî pêk nayê û got, "Heta jin mafên xwe bi dest nexin em ê li qadan bin. Me berdêlên giran dan, aştiyeke bi rûmet û heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe, em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Heta Birêz Ocalan azad bibe em ê têkoşînê mezin bikin Em dibêjin bê azadiya jinê civak azad nabe. Jin jiyan azadî."
'Ev têkoşîn têkoşîna heqîqetê ye'
Piştre Hevseroka Giştî ya DBP’ê Keskîn Bayindir axivî û got, “Gelek rê ceribandin, lê negihiştin armancên xwe. Baweriya me bi hikûmetan nayê, tenê baweriya me bi Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan heye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe amade dike ku nexşerêya çareseriyê ragihîne. Ji bo aştiyeke bi rûmet amadekariyên xwe dike. Birêz Ocalan amadekariya çareseriyê dike, em ji hikûmetê dipirsin, hûn ji bo çi amade dikin? Mirov li ser çareseriya we meraq dikin. Operasyon, girtin û komkujî berdewam dikin. Azîz Koyluoglu hat qetilkirin, li Tişrîn û gelek deverên din qetlîam berdewam dikin. Ev komkujî zîhniyeta hikûmetê nîşan dide. Birêz Ocalan amadekariya çareseriyê dike, hikûmet amadekariya operasyonên mezin dike. Gelê Kurd û dostên wan wê destûrê nedin operasyonên we yên şer. Em ê vîna aştî û azadiyê li her derê bi rêxistin bikin. Îro roja azadiyê ye. Ev pêvajo ne tenê pêvajoyek temaşekirin, guhdarîkirin, an jî rûniştin e. Dem hatiye ku em helwest û pratîka xwe bilind bikin û heta azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan bimeşin. Em ê bi ser kevin."