
Hêzên PDK’ê avêtin ser ofîsa KNN'ê ya li Hewlêrê
- 14:55 9 Sibat 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Televziyona KNN’ê ragihand ku hêzên ewlekariyê, li Hewlêrê avêtine ser ofîsa wan û hemû kelûpelên rojnamevanî û wesayîtên ofîsê desteser kirine.
Televziyona KNN’ê ragihand ku beriya niha demek kurt, hêzên ewlekariyê, li Hewlêrê avêtinE ser ofîsa medya wan.
Hate gotin ku hêzên ewlekariyê hemû kelûpelên rojnamevanî, wesayîtên ofîsê û telefonên karmendan desteser kirine.
Derbarê sedema avêtina ser ya ofîsa ragihandinê de, agahî nehatin standin.