
Li Wanê zêdetirî 100 kes hatin binçavkirin
- 11:20 15 Sibat 2025
- Rojane
WAN - Li Wanê rojnameger, siyasetmedar, parêzer û welatî di nav de zêdetirî 100 kes bi lêdanê hatin binçavkirin.
Piştî ku cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan hat birîn li şaredariyê çalakiya nobedê hat lidarxistin. Di roja 5’emîn a çalakiya nobedê de saet 04:00’an de bi sedan polîsan avahiya şaredariyê dorpêç kirin. Çalakvanan deriyên şaredariyê ji polîsan re girtin, polîsan bombeyên gazê avêtin şaredariyê, derî û pencereyên avahiyê şikandin. Polîsan di nav de siyasetmedar û gelek rojnamevan binçav kirin.
Di serdagirtina polîsan de nûçegihana JINNEWS’ê Rabî Onver, nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Bîlal Babat û Mehmet Guleş, rojnameger Medîne Mamedoglu, Behçet Bayhan û Ruşen Takva di nav de zêdetirî 100 kes hatin binçavkirin.
Rojnameger, siyasetmedar, parêzer û welatiyên ku hatin binçavkirin ji bo muaneyê birîn Navenda Tib a Dursun Odabaşi ya Zanîngela Yuzuncu Yilê.