Krîza modernîteya kapîtalîst a li Rojhilata Navîn (2)

  • 09:04 24 Sibat 2025
  • Dosya
 
Çareseriya modernîteya demokratîk a krîza Rojhilata Navîn
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan diyar kir ku çareseriya krîza modernîteya kapîtalîst a li Rojhilata Navîn modernîteya demokratîk e û diyar kir ku divê pêşî pirsgirêk bê diyarkirin.
 
Bi geşedanên dawî yên li Sûriyeyê re, li Rojhilata Navîn pêvajoyeke nû dest pê kir. Aşkere dibe ku netew-dewletên ku modernîteya kapîtalîst ava kirine, êrîşa li dijî gelan e. Ev krîza ku modernîteya kapîtalîst jiyaye, ji bo gelan jî fersendên derketina sîstemeke nû dide. Di vê wateyê de çareseriya modernîteya demokratîk a ku piştî derbaskirina krîza li Rojhilata Navîn wê derkeve holê, zêdetir eşkere dibe. Eşkere dibe ku çareseriya modernîteya demokratîk a ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi derbaskirina krîza modernîteya kapîtalîst re ji bo Rojhilata Navîn weke firsend pêşkêş dike, pêwîstiya herêmê û gelên wê ye.
 
Civak neyên fêmkirin çareserî nikare pêş bikeve
 
Abdullah Ocalan ji bo çareseriya modernîteya demokratîk a Rojhilata Navîn çarçoveyê datîne holê û diyar dike ku divê ewil pirsgirêkên civakan bên fêmkirin. Abdullah Ocalan wiha dibêje: “Bêyî fêmkirina civakan pirsgirêk nayên çareserkirin. Ji bo krîzên civakî bên fêmkirin hewcedarî bi fêmkirina heqîqetê heye. Demên krîzê ew kêliyên ku civak ji hev belav dibin û ji ber vê yekê rastiyên wan diguherin. Krîz bi agahdariya li ser civaka kevn ku bi piranî agahdariya mîtolojîk, olî û aqilmend e çareser nabe. Heta ku çareser nebe, alternatîfên ku di çareseriyê de para wan a heqîqetê heye, nayên pêşxistin. Di dawiyê de, ew para rastiyê ye ku wê çareseriyê diyar bike. Bi gotineke din, hêza heqîqetê ye ku di çalakiya civakî de serkeftinê diyar dike. Rastî bi xwe îfadeya wate û hêzên jiyanê ye ku di diyardeya civakî de heye. Îfadeyên bi asteke bilind ên heqîqetê xwe dispêre temsîla wate û hêza jiyanê ya di diyardeya civakî de heye.”
 
Desthilatdarî û dewlet
 
Abdullah Ocalan fethkirina Rojhilata Navîn û yên têk çûne nirxand û wiha got: “Nûnerên heqîqetê yên çanda Rojhilata Navîn, ku êdî li hemberî modernîteya kapîtalîst bûne civakeke kevneşopî, li hemberî rastiyên modernîteyê serketina wan ne mimkun bû. Bi kurtasî rastiya Rojhilat li hember rastiya Rojava qels bû û mehkûmî têkçûnê bû. Têkçûn nikare ji tevahiya civakê re were hesibandin. Yên ku têk çûn, nûnerên fermî, yanî xwediyên desthilatdarî û dewletê bûn. Ji ber ku rastiya serdest rastiya wan temsîl dikir bû. Têkçûn di hemû saziyên binesaziyê û avahîsaziyê yên ku sîstema xwe ya dewletê ava kirin de rû da. Heya yên têkçûyî heta mirinê li ber xwe nedin, divê li gorî hêza hegemonîk di temsîliyeta nû ya heqîqetê de bijîn. Ev hêz êdî nikarin zîhniyet û vîna jiyana civakên xwe diyar bikin. Weke hevkar û saziyên ajan ên desthilatdariya hegemonîk, di berdêla misogerkirina jiyana xwe de neçar in ku xizmetên xwe pêşkêş bikin. Lê ya ku dimîne laşek civakî ye ku di cihê xwe de, mîna laşekî bê serî diqelişe. Weke ku me anî ziman, bi vê qirkirinê re yan wê di civakbûn û hêza nû ya modernîteyê de bihele yan jî wê biryardariya xwe ya jiyana azad a bi zîhniyeta azad bi bedena xwe ya ku ji ber karakterê xwe yê nerm teslîm nabe, yanî bi zîhniyeteke azadtir ji krîzê derkeve nîşan bide. Bê şik ev derketina ji aliyê zîhniyeteke nû ve bi para nû ya heqîqetê ve girêdayî ye. Zanist, felsefe, huner, îdeolojî û hilberîna aborî ya nû ku ji zanist, felsefe, huner, îdeolojî û hilberîna aborî ya ku fetha modernîteya kapîtalîst pêkan dike derbas bike, wê serkeftina vê derketinê diyar bike. Ev tê wateya modernîteya nû. Tenê civakek ku ji civaka kevneşopî ya têkçûyî ber bi serketinê ve diçe, dikare bi modernîteya alternatîf a ku ji modernîteya kapîtalîst derbas dibe, ji krîzê derkeve.
 
Soyalîzma reel xwe nekir moderînteyeke cuda
 
Civaka sosyalîst a reel ji ber ku nikarîbû xwe veguherîne modernîteya cuda, hilweşiya. Nikarîbû her sê hêmanên modernîteya kapîtalîst derbas bike. Em vê yekê bihêlin, bi kapîtalîzma burokratîk re her sê hêman hê zêde hatin bikaranîn. Di encamê de ji ber ku para heqîqetê ya di pêkhateyên civakî yên ku ava kir de ji para heqîqetê ya modernîteya kapîtalîst a lîberal qelstir bû, ji têkçûn û hilweşandinê dûr ket. Ya ku li vir têk çû kapîtalîzma burokratîk a li dijî kapîtalîzma lîberal bû. Kapîtalîzma burokratîk ne dikaribû xwe weke modernîteya cuda dîzayn bike, ne jî karîbû xwe veguherîne modernîteya kapîtalîst a nû ya ku ji modernîteya kapîtalîst a lîberal derbas bûye. Tevgerên îslamî yên hêzdar û dewletparêz, ku tenê wek tevgerên beradayî dikarin bên binavkirin, diyardeyên berovajîkirî ne ku nikarin xwe ji têkbirinê dûr bixin, di heman demê de bi para xwe ya heqîqetê ji sosyalîzma reel kêmtir îdeolojîktir in.”
 
Rexneya sosyalîzma reel 
 
Abdullah Ocalan got divê rexneya sosyalîzma reel a modernîteya demokratîk baş bê fêmkirin û daxuyakirin ku rexneya tê kirin ne red an jî qebûlkirina dogmatîke. Abdulllah Ocalan wiha domand: “Bi analîzkirina zanistî ya çanda kevneşopî ya Rojhilata Navîn, rastiya wê weke çavkaniya herî girîng nû dike. Modernîteya demokratîk ne tenê utopyaya pêşerojê ye. Kokên wê bi kevneşopiya çandî ya hezaran salan ve girêdayî ne. Rastiya heyî ya vê çandê civaka wê ya heyî ye. Ev civak çiqas bêçareserî û bêçare maye jî, dîsa jî rastiyek e. Ji ber ku ew rastî ye, beşek girîng a rastiyê heye. Em nikarin behsa modernîteya demokratîk a ku ji kevneşopiyê nemîne, bikin. Kevneşopiya civakî rastiya dîrokî ya modernîteya demokratîk e. Ji ber ku civak bê dîrok nabe, modernîteya demokratîk jî bê dîrok nabe. Her wiha divê bal were kişandin ser rexneyên tevgerên ekolojîst û femînîst ên li dijî modernîteya kapîtalîst. Ekolojî jixwe antî-kapîtalîst e, wekî zanista jîngehê ku ji aliyê îndustriyalîzmê ve hatiye fedakirin; Ew yek ji çavkaniyên din ên bingehîn ên modernîteya demokratîk e. Tevî hemû kêmasiyên xwe jî tevgera femînîst bi tevkariya xwe ya ji bo rastiya jinê bi nirx e. Modernîteya demokratîk bi xwe bi tehlîlkirina rastiya jinê xwe nas dike. Lê, ew nêzîkatî dike ku rexne û tevgera femînîst ji xwe re bike hêmanek pêdivî. Jina azad weke hêmaneke bingehîn a jiyanê li pergala xwe zêde dike.
 
Derfetên çareseriyê
 
Di çarçoveya nîqaş û nakokiyên modernîteyê de pêşbînîkirina çarenûsa modernîteya kapîtalîst di çanda Rojhilata Navîn de hêsantir dibe. Hemû analîzên ku me kirine nîşan didin ku ev çarenûs wê bi serê xwe diyar nebe. Fikra rastiya modernîteya kapîtalîst encax bi sêwiranên modernîteya alternatîf ên ji wê bihêztir dikare were derbaskirin. Ev yek bi nîşandana hêza çareseriyê ya hêmanên bingehîn ên modernîteya demokratîk, bi entegrekirina rexneyên modernîteya demokratîk li hêmanên bingehîn ên modernîteya kapîtalîst û rexneyên çanda kevneşopî, tevgerên reel sosyalîst, ekolojîst û femînîst ên ku li dijî wê hatin kirin, lê nekarîn bi ser bikevin, pêkan e.”