
Qeyûm tayînî şaredariya Qaxizmanê hat kirin
- 08:45 24 Sibat 2025
- Rojane
QERS - Li Şaredariya Qaxizmanê ya DEM Partiyî qeyûm hate tayînkirin.
Wezareta Karên Hundir li Şaredariya Qaxizman a Qersê ya DEM Partiyî qeyûm tayîn kir. Di 20’ê Sibatê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê li Hevşaredar Mehmet Alkan hatibû birîn. Avahiya şaredariyê ji hêla polîsan ve hatibû dorpêçkirin.
Di teblîxata wezaretê de hate diyarkirin ku Hevşaredar Mehmet Alkan “weke tevdîreke demkî” ji peywirê hatiye girtin û qeymeqamê navçeyê Okan Daştan weke qeyûm li şaredariyê hatiye tayînkirin.