Baroya Qersê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da

  • 14:13 24 Sibat 2025
  • Rojane
 
QERS - Baroya Qersê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Qaxizmanê da û got: “Nabe ku mafê bijartin û hilbijartinê bi awayekî keyfî ji holê were rakirin.” 
 
Baroya Qersê bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Qersê da. Baroyê, diyar kir ku di dewletên hiqûqê yên demokratîk de îradeya gel çavkaniya sereke ya rewabûnê ye û got: “Divê saziyên rêveberiyên herêmî rasterast ji hêla nûnerên gel bi xwe hilbijartin ve bên birêvebirin. Lêbelê tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Qaxizmanê, tê wateya tunehesibandina îradeya gel û binpêkirina nirxên demokratîk û dewleta hiqûqê. Girtina ji peywirê ya rêveberên hilbijartî, tenê bi biryara dadgehên serbixwe dikare bê kirin. Lê belê sepanên qeyûm ên li welatê me, hêj pêvajoya darazê temam nebûyîn dikevin meriyetê.” 
 
Baroyê, got ku dûrxistina hevşaredaran a ji peywirê û tayînkirina qeyûman a li şûna wan nayê qebûlkirin û got: “Nabe ku mafê bijartin û hilbijartinê yê bi destûra bingehîn û peymanên navneteweyî hatiye parastin bi biryarên keyfî yên îdarî ji holê were rakirin. Weke baroyeke serdestiya hiqûqê diparêze, em ji raya giştî re dibêjin ku li dijî tunehesibandina demokrasiyê û vîna gel in. Banga me ji bo hemû hiqûqnas, rêxistinên girseyî yên demokratîk û welatiyan ew e ku xwedî li îradeya gel û serdestiya hiqûqê derkevin.”