
Berhemên jinan, li bazarê hatin pêşandan
- 15:51 24 Sibat 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komeke jinên ku ji kampa Holê vegeriyane, bi berhemên xwe beşdarî bazara destkariyan bû.
Ji bo piştgiriya 20 jinên ku ji kampa Holê vegeriyane ku bikarin ji hêla aborî ve debara xwe bikin, li bajarê Reqayê bazara destkariyan hate lidarxistin.
Ev cara yekê ye ku ev bazar tê lidarxistin. Armanca vekirina bazarê geşkirina rola jinan e ku ji kampa Holê vedigerine û piştgiriya wan di warê aborî û civakî de. Di bazarê de destkariyên ku jinan çêkirine, mîna biharatên hişkkirî, pêdiviyên paqijkirinê, berhemên tekstîlê û mûm hatin pêşandan û firotin.
Hevseroka Navenda Lênihêrîna Civakî Neîma Mihemed diyar kir ku ji bo jinên ku ji kampa Holê vegeriyane, perwerdeyên destkariyan hatin vekirin da ku bikarin debara xwe bikin. Her wiha ji bo pêşandan û firotina berhemên wan ev bazar hatiye vekirin.
Neîmayê tekez kir ku pêşandana berheman li bazarê bû alîkar ku têkiliya di navbera kesên ji kampa Holê vegeriyane û civaka Reqayê de xurt bibe.
Eyşe El Hemad (29) yek ji wan jinan e ku ji kampa Holê vegeriyaye û wiha got: "Ez di sala 2023’yan de tevî 3 zarokên xwe ji kampa Holê derketim û di jiyanê de rastî zehmetiyên mezin hatim, lê piştî ku ez tev li Navenda Lênihêrîna Civakî bûm, ez fêr bûm ku çawa beharatên hişkkirî amade bikim. Vê yekê hişt rewşa min baş bibe."
Eyşe El Hemad her wiha got: “Bi saya vê perwerdeyê, min karî berhemên xwe bifiroşim bazarê, vê yekê morala min bilind kir û ez bêtir serbixwe bûm.”
Tê payîn ku roja pêncşema bê bazereke din a berhemên jinên ji kampa Holê vegeriyane were vekirin.