Li Botanê çalakiya 8’ê Adarê

  • 16:58 24 Sibat 2025
  • Rojane
  
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) li Şirnexê dest bi çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê kir. Gelek nûnerên saziyan û jin beşdarî çalakiya ku li ber avahiya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Şaxa Şirnexê bi şîara "Em bi têkoşîna azadiya jinê aştiyê bi rêxistin dikin" hat lidarxistin, bûn.
 
Di çalakiya ku jin bi cil û bergên xwe yên neteweyî beşdar bûn, dirûşme hatin berzkirin. Pankarta “Em li dijî qetlîama jinan serî hildidin, em ji bo azadiyê dimeşin” hat vekirin. 
 
'Koletî ne para me ye'
 
Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Şirnexê Nurcan Alturk piştî merasîmê axivî û diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe ya li dijî zîhniyeta ku li ser jinan weke "çarenûs" bi nav dike, bidomînin û got, "Yên ku ditirsin nikarin dîrokê binivîsin. Em xwedî hêz in û baweriya me ya hemû cîhanê bi têkoşîna xwe ya girîng heye. Koletî ne para me ye." 
 
Aktîvîsta TJA'yê Adalet Çîmen Fîdan diyar kir ku azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wê azadiya jinê be û got, "Em ê di 8'ê Adarê de bi paradîgmaya jinên azad li her qadê 'Jin jiyan azadî' biqîrin."
 
Berxwedana Tişrînê hate silavkirin
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan bal kişand ser berxwedana jinan a li Bendava Tişrînê daye destpêkirin û got, "Em jinên li Tişrînê têdikoşin silav dikin. Yên ku behsa çareseriyê dikin, divê beriya her tiştî vîna Kurdan nas bikin. Weke Abdullah Ocalan got, bêyî azadiya jinê civak azad nabe."