Gelên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ji bo peyama Ocalan kom bûn

  • 16:44 27 Sibat 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran welatiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo guhdarî û temaşekirina peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku dê saet 17.00’an de were dayîn, berê xwe dan, qadên hatine diyarkirin.  
 
Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku ji Ahmet Turk, Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder, Tulay Hatîmogûllari, Tuncer Bakirhan, Cengîz Çîçek û Faîk Ozgur Erol pêk tê, ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re, di saetên serê sibehê de çûbû Grava Îmraliyê. 
 
Şandeya ku hevdîtina sêyemîn bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî, ji gravê vegeriya. 
 
Şande dê saet di 17.00’ê de li Stenbolê bi civînek çapemeniyê peyama dîrokî ya Abdullah Ocalan bi raya giştî re parve bike. 
 
Piştî ku hat gotin dê îro daxuyanî bê dayîn, li çar aliyên Kurdistanê û Ewropayê li meydanên dehan bajaran ekranên mezin hatin danîn da ku gel bi awayekî zindî peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan guhdar û temaşe bike.
 
Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê jî, ji bo guhdarîkirina peyama Abdullah Ocalan li Qamişlo, Dêrik, Amûdê, Hesekê, Reqa, Tebqa û Kobanê, her wiha li Helebê li meydanan ekranên mezin hatin danîn.
 
Piştî ku şandeya DEM Partî ji Îmraliyê vegeriya jî, bi hezaran welatiyan berê xwe dan qadên hatine diyarkirin.
 
Herikîna girseyan didome.