ROJEVA 01'Ê ADARA 2025'AN

  • 09:00 1 Adar 2025
  • Rojev
 
* Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê, di avakirina modernîteya demokratîk de têkoşîna ku berxwedan veguhere şoreşê û ev bi ‘Şoreşa jinê’ encam bibe de, sê pîvanên bingehîn û perpektîfa têkoşînê pêşkêş dike. DOSYA 
 
*8’ê Adarê roja me ya îro de sembola berxwedana wekhevî, azadî û têkoşîna jinê ye. Li cîhan, Tirkiye û Kurdistanê berxwedana jinan a li dijî zîhniyeta serdest didme. DOSYA
 
*Li taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi hezaran gel li hev civiyan û li peyama dîrokî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan guhdar kirin. Jinên li peyamê guhdar kirin azadiya Abdullah Ocalan xwestin û gotin:"Em ê li pey raman û perspekitivên Rêbertî têkoşîna xwe bidomînin, heta ku em Rêberê xwe rizgar dikin." DÎMEN HEYE 
 
* Jin bi sedsalane ji bo wekhevî, azadî û edeletê têdikoşin. Dînamîkên civakî yên navbera parzemînan de diguherin, bandorên cuda li ser jinan dikin. 8’ê Adarê wek roja mezinkirina piştevaniya jinan didome. DOSYA
 
*Parlamentera DEM Partiyê ya Agiriyê Nejla Demîr der barê tayînkirina qeyûman de axivî û got: “Wekê dixwestin nikaribûn civakê biçewisînin. Ji ber vê jî gel li dijî van îtîrazên xwe dikin û li dijî xespkirina îradeyê bi berxwedanê dengê xwe didin bihistin.” DÎMEN HEYE