
Têkoşîna li derveyê sînoran bilind dibe (1)
- 09:06 1 Adar 2025
- Dosya
Berxwedanê ku dengên cuda li hev dicivin
Derya Ceylan
NAVENDA NÛÇEYAN - Jin bi sedsalane ji bo wekhevî, azadî û edeletê têdikoşin. Dînamîkên civakî yên navbera parzemînan de diguherin, bandorên cuda li ser jinan dikin. 8’ê Adarê wek roja mezinkirina piştevaniya jinan didome.
Têkoşîna jinan bi sedsalane didome. Jinan ji bo mafên xwe li her derê cîhanê bi fedakariyek mezin têkoşîn dan. Di roja îro de hîna li gelek weltan jin li dijî newekhevî, tundiyê têdikoşin.
Ber bi 8’ê Adarê di vê beşa ewil a dosyayê de em pêvajoya dîrokî ya jinan digirin dest. Ji Ewropayê heta Asyayê ji Afrîkayê heta Amerîk û Okanusyayê tevgerên jinan çawa teşe bûne em ê li ser bisekinin.
Li Ewropayê mafê jinan û tevgera jinan
Ewropa yek ji parzemîna ku têkoşîna jinan di alî maf û hiqûqê de derketiye pêş e. Jinan jib o mafên perwerde, xebat û nûneriya siyasî di şoreşan têkoşînek mezin dan.
Têkoşîn a jinan bi taybet di sedsala 18’an de zêdetir derket pêş. Berhema parastina mafê jinan (1792) y aMary Wollstonecraft yek ji metna femînîst tê qebûlkirin. Dawiya sedsala 19’an de bi pêşketina modernîteya kapîtalîst re jin zêdetir tevli hêza kar bûn. Şertên ne baş yên xebatê ew berbi rêxistinÊ ve birin.
Serê sedsala 20’an de li Îngîlîstanê tevgera Sufrajet destpêkir û jinan ji bo mafên dengan têkoşîn dan destpêkirin. Îngîlîstan, Almanya û Fransayê mafê dengan dan jinan.
Li Ewropayê di mafê jinan de pêşketinek mezin hebe jî roja îro de hîna gelek pirsgirêkên ku jin dijîn hene.
Li Asyayê berxwedan
Li Asyayê têkoşîna jinan bi awayekî balkêş dertê pêş. Di sedsala 20 û 21’ê de tevgerên jinan bi pêşketina hiqûq û civakî re gihiştin girseyên mezin. Lê mafên hatin bidestxistin hîna li gelek welatan di bin tehdîdan de ye.
Roja îro de li Asyayê jin têkoşîna mafan di gelek eniyan de didomînin. li Afanîstan, Japonya û Başurê Koreyê jin ji bo wekheviya zayenda civakî û mûçeyê wekhev têdikoşin. Li Hîndîtan û Çînê têkoşîna ji bo mafan didome. Tevî hemû zehmetiyan jinên Asyayî li dijî zextan parastina mafên xwe didomînin.
Ji mêtîngeriyê heta îro:Jinên Afrîkayê di berxwedanê de ne
Li Afrîkayê têkoşîna jinan di bin şertên giran de pêş ket. Jinan li dijî tevgerên binpêkirinê de di eniyên pêş de cih girtin û ji bo mafên xwe têkoşîn dan meşandin. Ji bo mafên civakî, siyasî û her alî de bidest bixin xwe rêxistin kirin û ji guherînên mezin re pêşengî kirin. Sedsala 20’an de di tevgera serxwebûnê ya Afrîkayê de jinan rolên girîng hilgirtin.
Di roja îro de li Afrikayê têkoşîna mafê jinan hîna bi astengiyên mezin re tên rû hev.
Bakurê Amerîkayê:Vejîna tevgerên femînîst û bandora global
Li Bakurê Amerîkayê tevgerên femînîst yên modern vejiyan. Navîna sedsala 19’an de têkoşîna mafê jinan bi taybet li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Kanadayê lez bûn. Di 1920’an de li DYA’yê di 1917’an de li Kandayê mafê dengan ji bo jinan hat dayîn.
Başurê Amerîkayê
Li Başurê Amerîkayê têkoşîna mafê jinan li dijî tundiyê didome. Welatên Latîn Amerîkayê, din ava herêmên ku herî zêde qetilkirina jinan tê jiyînê ye. Bi taybet li Meksîka, Arjantîn, Brezîlya û Kolombiyayê qeitlkirinên jinan zêd ene û dewlet li dijî vê tedbîrên girîng nagire. Ji ber vê ev pirsgirêk veguheriye pirsgirêka mezin a civakî.
Salên dawî de jinan ji bo mafê Kurtajê têkoşînên mezin dan.Jinên Latîn Amerîkayê li dijî zextan, tundiyan li her derê li kolanan, meclîsan û platformên civakî dengê xwe bilind bikin.
Okyanusya: Têkoşîna jinên herêmî
Yek ji herêmên din ya di alî jinan de herî balkêşe Okyanusyaye. Avustralya û Zelandaya Nû nav welatên ku herî zû mafê siyasî dane jinan de cih digire.
Têkoşîna jinan li parzemînê tenê bi mafên siyasî sînor nema. Jinan li dijî newekheviyê bi salan têkoşîn dan. Salên dawî de li Okyanusyayê jin ji bo wekheviya zayendî û guherîna avhewayê rolek aktîf dilîzin.
Wateya 8’ê Adarê û têkoşînên bên
Jinan ji bo bidestxistina mafên xwe li hemû cîhanê têkoşînek dirêj û dijwar meşandin. Ji dengbêjên ku li Ewropayê ji bo mafê dengdanê têdikoşin heta jinên ku li Asyayê li dijî ferzkirina çarşefê li ber xwe didin; Ev têkoşîn bûye parçeyek ji berxwedaneke gerdûnî, ji yên li pêşiya tevgerên antî-kolonyal ên li Afrîkayê heta yên li dijî kuştina jinan li Amerîkaya Başûr kolanan dagirtin.
8'ê Adarê ne tenê roja pîrozbahiyê ye, roja hevgirtinê ye ku têkoşina jinan a di dîrokê de û newekheviyên ku hê jî berdewam dikin tê bibîranîn. Li hemû cîhanê jin ji bo pêşerojeke wekhev, adil û azad dengê xwe bilind dikin.