
Foza Yûsif: Pêngava Rêber Apo dê bandorê li herêmê bike
- 11:14 1 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Foza Yûsif destnîşan kir ku peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dê bandoreke erênî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê jî bike û got ji bo serkeftina vê pêvajoyê çi pêwîst be ew ê bikin. Foza Yûsif ji gel xwest ku li hember şîroveyên berevajî hişyar be.
Endama Desteya Serokatiyê ya PYD’ê Foza Yûsif têkildarî peyam û banga dîrokî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bandora wê ya li ser herêmê, ji ANHA’yê re axivî.
Foza Yûsif diyar kir ku divê mirov peyamê baş fêm bike, wateyê bidê û got: “Rêber Apo di cîhana îro de rewşa siyasî herî baş dişopîne û dixwîne, xwedî pêşdîtineke pir bi hêz e, tehlîlkirina rewşa siyasî pir baş dizane. Bi vê daxuyaniya xwe paradîgmaya sedsala 21’an a çareseriya pirsgirêkan datîne holê. Nexşerêya çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn nîşan dide.
Foza Yûsif da zanîn ku li herêmê gelek guhertin û veguhertinên siyasî çêdibin û ev bi awayekî berbiçav li ser gelê Kurd û Tevgera Azadiyê jî bandorê çêdikin, Rêber Abdullah Ocalan jî van guhertinan dixwîne û pêwîst dibîne ku di nava Tevgera Azadiyê de jî guhertinê çêke.
Nexşeya Rojhilata Navîn çêdibin
Foza Yûsif bal kişand ser bûyerên li Lubnan û Sûriyeyeyê û wiha dom kir: “Bê guman ev wek planekê li ser herêmê dimeşin. Tifaq û hevsengiyên nû çêdibin. Ji bo ku wek gelê Kurd û tevgera azadiyê di nava van pevçûn û nakokiyan de têk neçin û bi hilweşandinê re rû bi rû nemînin, Rêber Apo dibîne ku pêwîst e guhertinekê çêke ku pêşî li komkujiyan û li Kurdistanê rewşên wekî yên Xezayê bigire. Hilweşîna rejîma Sûriyeyê û guhertinên di nexşeya Rojhilata Navîn de çêdibin, gelek tiştan serobino dikin. Tirkiye bi hinceta ku PKK di “lîsteya terorê” de ye, qetilkirina Kurdan helal kiriye. Hêzên navneteweyî jî li hemberî wê helwesta pêwîst nîşan nadin. Ji ber wê yekê Rêber Apo dixwaze pêşiya polîtîkaya ku dixwazin Kurdan tesfiye bikin, bigire.
Cîhan ker, lal û kor e
Mirov di rewşa Rojava de jî vê yekê baş dibîne. Bi hinceta ku PKK li vir e, mirovên me yên sivîl, ên ku di siyasetê de jî cih negirtine, tên hedefgirtin. Cîhan jî li hemberî wê ker, lal û kor e.”
Foza Yûsif bi bîr xist ku Abdullah Ocalan ji sala 2000’î ve hewl dide guhertin û veguhertinê çêke, lê ji ber hinek sedeman ev guhertin çênebûn û wiha dom kir: “Yanî projeya guhertinê nû nîn e. Li gorî rewşa siyasî zêdetir pêwîstî bi guhertin û veguhertineke wiha heye. Paradîgmaya Rêber Apo sînorên Kurdistan û Rojhilata Navîn derbas kirin û gerdûnî bûye. Lewma pêwîstî bi guhertin û veguhertinê heye. Daxuyaniya ku Rêber Apo daye, ji bo Tevgera Azadiya Kurd mîladeke nû ye. Dîsa ji bo ku pêşiya pêvajoyeke aştiyane û demokratîk vebe, şansek e.”
'Dewleta Tirk de xitimî ye'
Foza Yûsif anî ziman ku bandora Abdullah Ocalan li ser hemû parçeyên Kurdistanê heye, lewma bang ne tenê ji bo Bakur, dê ji bo her sê parçeyên Kurdistanê yên din jî, li ser gelên herêmê jî bandorê çêke û wiha dewam kir: “Belkî gelek kes wateyê nedinê ka çima daxuyaniyeke wiha hatiye dayîn. Îro di siyaseta dewleta Tirk de xitimîneke mezin heye, polîtîkaya qirkirinê tê ferzkirin. Rêber Apo dixwaze vê xitimînê derbas bike û rê li pêşiya siyaseta demokratîk veke. Eger gavên siyasî werin avêtin û li ser esasê gavên ku Rêber Apo avêtine, guhertin û veguhertin çêbin, ez di wê baweriyê de me ku dê di demeke kurt de Tevgera Azadiya Kurd û tevgera azadiya gelan a li Tirkiyeyê di siyaseta Tirkiyeyê de bibe hêzeke sereke. Rêber Apo li ser tevahiya Tirkiye û Rojhilata Navîn siyasetê dimeşîne.
Derbasbûna ji siyaseta demokratik
Şerê çekdarî heta radeyekê rola xwe lîstiye. Lewma pêwîst e derbasbûna ji siyaseta demokratik re çêbe. Dema 2013’yan hinekî pêşiya siyasetê vebû, HDP’ê benda hilbijartinê derbas kir û li Tirkiyeyê bû partiya sêyemîn. Eger îro siyasetmedarên li zindanan tên girtin, derkevin û ji bo xwebirêxistinkirinê ji aliyê dewletê ve gav bê avêtin, dîsa bi awayekî azad hilbijartin çêbin, li gorî nêrîna min ne tenê li Kurdistanê, dê li Tirkiyeyê jî encamên dîrokî derkevin.”
Endama Desteya Serokatiyê ya PYD’ê got gava Abdullah Ocalan avêtiye dê li ser siyaseta Sûriyeyê jî bandoreke mezin çêke û ev tişt anîn ziman: “Îro astengiya herî mezin a li pêşiya diyaloga Rêveberiya Xweser a bi Şamê re, dewleta Tirk e. Ya ku bi rêya hinek çeteyan êrişî Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, dîsa dewleta Tirk e. Ya ku heta niha nehiştiye li Sûriyeyê çareseriyeke aştiyane û demokratîk çêbe jî dewleta Tirk e. Van jî bi hinceta ku tehdîta ewlekariyê li ser wê heye, dike. Lewma li gorî min dê bandoreke erênî ya vê bangê ji bo Rojava û Sûriyeyê çêbe.
'Li ser pirsgirêkên Tirkiyeyê disekine'
Çawa ku pêvajoya 2013’yan a Rêber Apo dabû destpêkirin, rê li pêşiya têkçûna DAIŞ’ê û avakirina Rêveberiya Xweser vekir, dîsa hemû pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parastin, ew di wê baweriyê de ku niha jî ev gav ji bo çareseriyeke mayînde ya li Sûriyeyê û pêşîgirtina astengbûna Tirkiyeyê dê bandoreke erênî çêke. Ev bang ji bo her çar parçeyên Kurdistanê nîn e, dema mirov li naveroka daxuyaniyê dinêre, Rêber Apo li ser pirsgirêkên Tirkiyeyê û yên navxweyî disekine. Ji bo Sûriyeyê tiştek nehatiye gotin.”
'Divê gel hişyar be'
Foza Yûsif diyar kir ku gelek kes dixwazin vê daxuyaniyê ters şîrove bikin, lewma dibin amûrên şerê taybet û wiha pê de çû: “Divê gelê me li hemberî van şîroveyan hişyar be. Îro li Rohilata Navîn gelek tifaq hene ku dixwazin Kurdan bikin hedef. Lewma Rêber Apo dixwaze vî amûrî ji destê wan derxe. Rêber Apo dixwaze guhertinê bi îradeya xweser û li ser esasê projeya demokratîk pêk bîne.
Ji bo ku rewşên îro li Xezayê û Lubnanê qewimîne li Kurdistanê jî neqewimin, Rêber Apo dixwaze tedbîra wê bigire. Hinek hene ku asoya wan a siyasî vê yekê ranagire. Wekî teslîmiyet pênase dikin. Lê ev gaveke stratejîk e ku Kurd li Rojhilata Navîn zêdetir bibandor bibin û di nexşeya nû ya Rojhilata Navîn de cih bigirin, di hundirê Tirkiyeyê de zêdetir bibin hêza guhertin û veguhertinê. Di dîroka tevgera azadiyê de Rêber Apo îmze avêtiye binê gelek gavên dîrokî. Vê jî hiştiye ku Kurd îro li Rojhilata Navîn bibin hêzeke stratejîk. Şexsiyetên dîrokî biryarên dîrokî didin. Hêza Rêber Apo wiha ye, rêbertiyeke dîrokî ye. Rêber Apo berpirsyariya çareseriya pirsgirêka Kurd girtiye ser xwe. Ji bo ku Kurd ji vê pêvajoyê serkeftî derkevin, Rêber Apo careke din bi rola xwe ya dîrokî rabûye. Li hemberî hemû gelên herêmê berpirsyariya xwe nîşan dide.
'Demokratîkkirina Komara Tirkiyeyê rêya çareseriyê ye'
Rêber Apo dibêje demokratîkkirina Komara Tirkiyeyê rêya çareseriyê ye. Ev nayê wateya ku dest ji çareserkirina pirsgirêka Kurd û têkoşîna azadiya gelan berdaye. Rêber Apo dixwaze vê têkoşînê zêdetir bi pêş bixe. Stratejî nehatiye guhertin, rêbaz hatiye guhertin. Dixwaze ji şerê çekdarî derbasî pêvajoya hiqûqî û demokratîk bibe.
Kesên ku dibêjin Rêber Apo dest ji têkoşînê berdaye, li gorî nêrîna min tiştekê ji siyasetê fêm nakin. Asoya wan a siyasî têrî nake ku vê şîrove bikin.
Kesên ku xwe wekî rewşenbîr, akademîsyen û berpirsyar dibînin, divê vê pêvajoyê baş bixwînin, hewl bidin rewşa heyî pênase bikin, bersiva pirsên ‘ev pêvajo çima hatiye destpêkirin, encamên wê dê çibin?’ bipirsin û bersivên rast bidin. Nêzîkahiyên derveyî vê dê xizmeta hêzên dijber û antîdemokratîk bikin.
Berpirsyarî dikeve ser milê siyasetmedar û akademîsyenên Kurd, Ereb, Tirk û hemû kesên xwe berpirsyar dibînin ku ji bo serkeftina însiyatîfa Rêber Apo kar bikin.
Niha gog li aliyê dewleta Tirk e
Rayedarên dewleta Tirk bangek kir û Rêber Apo jî însiyatîfek bi pêş xist, niha gog li aliyê dewleta Tirk e. Divê dewleta Tirk jî têkildarî rewşa Rêber Apo û ji bo ku PKK bikare kongreya xwe çêke, gavên yasayî biavêje. Pêwîst e agibestek çêbe, gav werin avêtin, divê Rêber Apo bi awayekî azad tev bigere. Eger ev gav neyên avêtin dê bandorê li gavên tê payîn werin avêtin jî bandorê çêke.”
'Çi pêwîst bike em ê ji aliyê xwe ve bikin'
Endama Desteya Serokatiyê ya PYD’ê Foza Yûsif di dawiya nirxandina xwe de diyar kir ku wek Rojavayê Kurdistanê, wek PYD’ê û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo wan tişta esasî ew e ku Rêber Abdullah Ocalan di şertên azad de siyasetê bike û got: “Di vê mijarê de têkoşîna gelên herêmê gelekî çêbûye. Ji ber ku di rewşa niha ya Rojavayê Kurdistanê de kedeke pir mezin a Rêber Apo heye. Di têkçûna DAIŞ’ê de, şervanên li ser fikra Rêber Apo xwedî rolek girîng bûn. Lewma serkeftina însiyatîfa Rêber Apo berpirsyariya me ye jî. Di vî alî de çi pêwîst bike em ê ji aliyê xwe ve bikin. Em vê wek berpirsyariyeke neteweyî, exlaqî û mirovî dibînin.”