Ji GOÇDER'ê banga 'Ji bo pêvajo pêşbikeve gavan bavêjin'
- 12:50 3 Adar 2025
- Rojane
AMED - GOÇDER’ê têkildarî banga Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê daxuyaniyek da û bang li rayedaran kir ku ji bo pêvajo pêş bikeve gavên pêwîst bavêjin.
Komeleya Lêkolîn û Çavdêriya Koçê ya Mezopotamya (GOÇDER) têkildarî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de li avahiya komeleyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Metna bi kurdî ji aliyê Murat Sari, ya Tirkî jî ji aliyê Hevseroka GOÇDER'ê Media Bal ve hat xwendin.
Di daxuyaniya ku bi sernavê "Ji bo aştî û siyaseta demokratîk divê zemîna hiqûqî û siyaseta demokratîk were avakirin!" de wiha hat gotin: "Di 27ê Sibata 2025'an de daxuyaniya ku ji aliyê rêzdar Abdullah Ocalan ve hate kirin, destnîşan dike ku bi avakirina siyaseta demokratîk û aştiyê re gihîştine qonaxeke dîrokî.
Her wiha daxuyaniya rêzdar Abdullah Ocalan, hemû xalên ku hatine behskirin, ji bo bidawîkirina pevçûnên dehan salan û di çarçoveya aşîtîyê de teşedayîn û avakirina pêvajoya hevpar a gelan de bangewaziyeke dîrokî ye. Ji bo pêdiviyên vê bangewaziya ku ji aliyê rêzdar Abdullah Ocalan ve hatiye kirin bi cih werin û derbasî merîyetê bibe, ji bo riya çareseriya aştîyane xurt bibe hewceye şert û merc werin avakirin. Di vê çarçoveye de ji bo rêzdar Abdullah Ocalan rista xwe ya çareseriya di zemîna demokrasi û aştiyê de pêk bîne hewce ye pêdivî bi cih werin.
Di vê pêvajoya ku bi bangewaziya wî de dest pê kiriye de dikaribe wekî aktorekî çalak cih bigire pêwîst e pêşiya wî were vekirin. Em wekî Platforma Koçê vê hewldan, ked û fedakariya mûxataban a ku ji bo pêvajo di nav nirxên hiqûqî bi awayekî zelal pêk werin grîng dibînin. Ji bo bersivbûna bangewaziyeke wisa ya dîrokî hewce ye zemînek were avakirin û ji bo demokratîkbûnê guhertinên hiqûqî werin kirin. Ev daxuyanî bêgûman ji bo sed hezaran mirovan kû pêvajoyên pêvçûnê de bi zorê hatine koç kirin û di wan hemê pêvajoyên êş te mecbûr mane axa xwe biterikîn re bûye şewqa heviyê.
Yek jî merhaleyên avakirina pêvajoya aşitî û demokrasî bêgûman bi vî bangawaziyî ku rêzdar Abdullah Ocalan despêkiri ye riya vegara gelê kurd ku bi axa xwe re bi têkiliyên xurt girêdayi ye were vekirin. Di vî aliyê de hewceye kû gavên lezgînî wer avêtin. Em wek Komeleya Lêkolîn û Çavdêriya Koçê ya Mezopotamyayê Li ser navê platforma goçê daxwaz dikin ku vê pêvajoya dîrokî de ji bo ava kirina siyaseta demokratîk û aşitiyê wekî hewcedariya pêk anîna mafê mirovan gavên têkildarî pêvajoya werin avêtin. Hewcedariyên siyaseta demokratîk û hiquqî werin bi cîh anîn. Ji bo avakirina aşitiyê û pêşeroje kî hevpar her wiha ji bo demoqratîk bûna tirkiyê û pêvajoya aşitiyê neyasteng kirin. Em bang hemû raya giştî û rayadaran dikin ku gûh bidin wî bangawazî."