
Xwebûn bi manşeta ‘Êdî dor ya dewletê ye’ derket
- 15:07 3 Adar 2025
- Rojane
AMED - Hejmara vê hefteyê ya Rojnameya Xwebûnê bi manşeta "Êdî dor ya dewletê ye" derket.
Hejmara 272'yemîn a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta "Bang dîrokî bû, Êdî dor ya dewletê ye" derket. Rojnameyê vê hefteyê di rûpelên xwe de cih da banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Her wiha nivîskarên Xwebûnê bi boneya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê nivîsîn.
Di rûpela Jinan de Lîlav Elî bi sernava "8'ê Adarê ronaka şereşa jinên kurd a serdemên nû ye" bal kişand ser têkoşîna ku jinên kurd bi saya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêş xistine.
Di rûpela hevpeyvînê de Hevseroka PYD'ê Pervîn Yûsûf der barê Konfederalîzma Demokratîk de nêrînên xwe û tecrûbeyên ku hatine bi destxistin axivî.
Di rûpelên rojevê de nîvîskaran li ser banga ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de kir, nivîsîn.
Nivîskar Sorgul Şêxo jî di nivîsa xwe de got ku jin dê têkoşîna xwe ya heyî bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bigihînin lûtkeyê.