Li Misircê pîrozbahiyên Newrozê destpê kirin

  • 21:53 15 Adar 2025
  • Rojane
SÊRT - Li Misircê pîrozbahiyên Newrozê destpêkirin. Welatiyan li dora agirê hatin pêxistin dirûşme berz kirin û govend gerandin.
 
Bi pêşengiya şaredariya Misircê ya Sêrtê li taxa Cumhuriyetê agirê Newrozê hat pêxistin. Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, rêveberên DEM Partiyê, endamên TUHAY-DER’ê û gelek welatî tevli bûn. Ji bo pîrozbahiya Newrozê ya 17’ê Adarê ya li navçeyê jî banga tevlibûnê hat kirin.
 
Welatiyan li dora agir govend gerandin.