Li dijî Dehaqan berbi azadiyê ve (4)

  • 09:03 16 Adar 2025
  • Dosya
 
Di 35 salan de peyama agir: Azadî!
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Newroza ku bi berxwedana Gelê Kurd bû yek û ji salî 90’î heta niha di 35 salan de yekane peyama li qadên Newrozê hat dayî "Azadî" bû.  Agirên Newrozê her tim ji bo aştiyê hatin pêxistin.
 
Newroz ji bo Gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn bi azadî û jiyan yek tê dîtin û Newroza îsal ji salên din wateyek cuda dihewîne. Di vê dema ku germahiya banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe li her derê pêçaye de, Newroza îsal tê pêşwazîkirin.
 
Beriya vê banda dîrokî ku ji bo hemû gelan pêşiya pêşerojekê vedike, gelek Newroz hatin jiyîn. Hemûyan di demên xwe de mohra xwe li dîrokê dan û derketin pêş. Newroza îsal jî xwedî wateyeke cudaye.
 
Di 35 salan de daxwaza "Azadiyê" her tim derket pêş û îsal jî bi dirûşmeya "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" û "Ji bo azadiyê Newroza Civaka Demokratîk"  wê Newroz bê pîrozkirin.
 
1990: Yekemîn pîrozbahiya girseyî
 
Di 1990’î de li Nisêbînê Newroz hat pîrozkirin û 5 hezar kes daketin kolanê. Lê di encama êrişê de herî kêm 700 kes hatin binçavkirin. Yek ji pîrozbahiyek di ya girseyî Cizîr bû. Li Cizîrê 15 hezar kes daketin kolanan. 5 kes di êrişan de hatin qetilkirin û 80 kes birîndar bûn. 155 kes jî hatin girtin.
 
Newroza 1991-1992’yan
 
Di 1991 û 1992’yan de  Newroz bi rihê berxwedanê tê pîrozkirin. Tevî hemû êrişan rihê Newrozê Kurdistanê dipêçe. Bi taybet dîmenên Newroza Cizîr û Nisêbînê ji hişan naçe. Li navenda Şirnexê di 1992’yan de şeva Newrozê bomberanê dest pê kir û sê rojan hat domandin. Otela ku rojnameger lê diman hat gulebarankirin. Rojnamegerê Sabahê Îzzet Kezer jiyana xwe ji dest da. Zarokên bi navê Hatîce Katar û Mehdî Gungen hatin qetilkirin.
 
1993: Newroz bi agirbestê re bêdeng derbas bû
 
Di 1993’yan de bi pêşengiya Partiya Kedê ya Gelan (HEP) Newroz hat pîrozkirin. Rojek beriya Newrozê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi armanca bidawîbûna pevçbûnan agirbest îlan kir. Pîrozbahî jî li ser vê peyamê hatin kirin.
 
Newroza 1994’an
 
Li her derê Kurdistanê bi hezaran kes daketin kolanan û Neroz pîrozkirin. Di êrişên hatin kirin de gelek kes hatin qetilkirin û gelek kes birîndar bûn. 
 
Newroza 1995’an
 
Di Newroza 1995’an de bi pêşengiya HADEP’ê li bajarê Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê Newroz hat pîrozkirin.
 
Newroza 1996’an
 
Gel ji bo pîrozbahiya Newrozê li her derê daketin kolanan û pîroz kirin. Di pîrovahiyan de di êrişan de gelek kes hatin qetilkirin û birîndar kirin.
 
Newroza 1997’an
 
Walîtiya Amedê bi rojan berê îlan dike û çalakiyên wan eleqeyê nabînin. Civînên ku HADEP jî têde hatibûn goranîzekirin hatin astengkirin. Batikent  û Rezan a Amedê agirê Newrozê hat pêxistin û bi hezaran kev tevli bûn. Polîsan êriş bir ser girseyê. 
 
Newroza 1998’an
 
Di 1998’an de bi pêşengiya HADEP’ê li Stenbolê agirê Newrozê hat pêxistin. Di serî de li Amed û gelek bajaran pîrozvahî hat kirin û li hember van êriş pêk hatin û gele kes hatin binçavkirin.
 
Newroza 1999’an
 
Di 1999’an de Newroz bi berxwedanek mezin hat pîrozkirin û bandorek mezin dike. Di çalakiyên pêk hatin de li gorî ÎHD’ê 8 hezar û 174 kes hatine binçavkirin.
 
Newroza 2000’î
 
Di 2000’î de Abdullah Ocalan carek din agirbestê îlan dike û Newroz di pêvajoya agirbestê de tê pîrozkirin.
 
Newroza 2001’ê
 
Pîrozvahiyên Newrozê bi tevlibûna sedhezaran kesî bi daxwaza aştiyê pêk hatin.
 
Newroza 2002’yan
 
Di 2002’yan tevî qedexeyan di serî de li Amed, Êlih, Wan û Colemêrgê li gelek bajaran Newroz hat pîrozkirin. Bi mîlyonan kesî daxwaz kir ku Abdullah Ocalan bê berdan.
 
Newroza 2003’yan
 
Tevî astengiyan gel daketin kolanan û li dijî Dehaqan agirê Newrozê li her derê bilind kirin.
 
Newroza 2004’an: Protestokirina tecrîdê
 
Di pîrozbahiyên Newrozê de  tecrîd hat protestokirin û daxwaza azadiyê derket pêş.
 
Newroza 2005’an
 
Di 2005’an de bi dirûşma "Em rê nadin şer" Newroz hat pîroz kirin û Konfederalîzma Demokratîk a Abdullah Ocalan pêş xistibû pêk hat.
 
Newroza 2006’an
 
Di 2006’an de di pîrozvahiyên Newrozê de hat xwestin ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan îradeya siyasî bê qebûlkirin.
 
Newroza 2007’an
 
Li Kurdistan û Tirkiyeyê bi tevlibûnek mezin pîrozbahî pêk hatin. Di êrişan de gelek kes hatin binçavkirin û girtin.
 
Newroza 2008’an
 
Di 2008’an de bi dirûşmeya "Êdî bese" daketin qadên Newrozê. Di Newrozê de di êrişa polîsan de Ramazan Dal û Zekî Erînç li Wanê, Îkbal Yaşar jî li Geverê hatin qetilkirin.
 
Newroza 2009’an
 
Bi sedhezaran kes daketin qadan û Newroz pîroz kirin. Her çiqas bêdeng derbas bibe jî li piranî deran êriş kirin.
 
Newroza 2010’an
 
Newroz di vê salê de bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Li Amedê mîlyonek kes tevli pîrozbahiyê bûn.
 
Newroza 2011’an
 
Li Kurdistanê agirê Newrozê gûr bûn û tevî êrişan pîrozbahî bi heybet derbas bûn.
 
Newroza 2012’yan
 
Di 2012’yan de dîqa Newroz hat qedexekirin. Tevî qedexeyan bi mîlyonan daketin qadan. Bi sedehzaran kesên li Amedê çûn pîrozbahiyan barikat rakirin û gihiştin Parka Newrozê. Li Stenbolê jî bi dehezaran çûn Qada Kazliçeşme. Di encama êrişan de Haci Zengîn hat qetilkirin.
 
Newroza 2013’yan bû mîlad
 
Di 2013’yan de bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û BDP’ê bi dirûşmeya "Ji Ocalan azadî ji Kurdan re statu" Newroz hat pîrozkirin. 
Peyma ku Abdullah Ocalan şandibû di Newroza 2013’yan de xwendin. Ji 2 mîlyonî zêdetir kes tevli Newroza Amedê bûn.
 
Newroza 2014’an 
 
Newroza 2014’an jî bi heybeta xwe wek ya sala 2013’yan bû. Di pîrozvahiyê de dîsa peyma ku Abdulllah Ocalan şandibû hat xwendin.
 
Newroza 2015’an
 
Newroza 2015’an jî wek yên di bi heybet derbas dibe. Ji gelek welatan yên wekê DYA, Fransa, Almanya, Hollanda û welatên din kes tevli bûn. 
 
Newroza 2016-2017’an
 
Di 2016’an de jî Newroz bi coş hat pîrozkirin tevlibûna Newrozê tevî hemû zextan gelek xurt bû. Di 2017’an de  tevî OHAL’ê Newroz hat pîrozkirin. Li Amedê di saetên sibehê de xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut hat qetilkirin.
 
Newroza 2018-2019’an
 
Agirê Newroza 2018’an bi armanca piştgiriya gelê Efrînê hat pêxistin. Ya di 2019’an jî bi coş hat pîrozkirin û balkişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
 
Newroza 2020'an
 
Ji ber bandora pandemiya COVID-19 ya sala 2020'an, pîrozbahiyên Newrozê bi giranî hatin betalkirin an jî bi beşdariyeke kêm hat pîrozkirin. Ji ber rêgezên dûrbûna civakî û qedexeyên derketina derve, çalakiyên girseyî nehatin lidarxistin. Li şûna wê, çalakiyên serhêl û pîrozbahiyên sembolîk hatin lidarxistin.
 
Newroza 2021'ê
 
Tevî ku pandemî di sala 2021'an de dewam kir jî, bi destpêkirina derzîlêdanê re li hin herêman pîrozbahiyên Newrozê bi beşdariyeke kêm hatin lidarxistin. Ji bo azadiyê dîsa agir hate pêxistin.
 
Newroza 2022'yan
 
Di 2022’yan de 29 bajar li 72 navendî bi dirûşmeya "Dem dema serkeftinê ye" bi mîlyonan kes daketin qadan û Newroz hat pîrozkirin.
 
Newroza 2023’yan
 
Di 2023’yan de bi dirûşma "Her dem Newroz her der azadî" li 42 navendê Newroz hat pîrozkirin.
 
Newroza 2024’an
 
Di 2024’an de agirê ewil yê Newrozê li Dep a Xarpêtê hat pêxistin. Pîrozbahî bi dirûşmeyên "Rabe dema azadî û serkeftinê ye" pêk hatin. Bi mîlyonan kes li dora dirûşmeyê hatin gel hev.