Komkujiya Helebçeyê hat bibîranîn: Sûcê li dijî mirovahiyê ye

  • 14:17 16 Adar 2025
  • Rojane
 
 
MÛŞ - Di daxuyaniya Rêxistina DEM û DBP'ê ya bajarê Mûşê de bi boneya salvegera Komkujiya Helebçeyê hat gotin ku ev komkujî sûcê mirovahiyê ye.
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi boneya 37'emîn salvegera Komkujiya Helebçeyê ya li Mûşê daxuyaniyeke çapemeniyê û sînevîzyonek li dar xist. Gelek kes beşdarî her du çalakiyan bûn. Li ser navê beşdaran Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Bajêr Umut Yilmaz daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de pankarta "Me Komkujiya Helebce ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin" hat vekirin û timî dirûşmên "Şehîd namirin" hatin qîrîn.
 
'Divê civakeke ku zarok lê nemirin bê avakirin'
 
Piştre Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz axivî û got, “Helepçe sûcê mirovahiyê ye. Pêwîst e civakên ku êdî zarok ji bêhna sêvan nemirin û jiyaneke azad, demokratîk û aştiyane bên avakirin.
 
Piştî daxuyaniyê sînevîzyonek hat pêşandan.