
Tundî li zarokekî hat kirin
- 19:22 16 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN-Li Ispartayê jina bi navê K.O tundî li zarokê xwe kir.
Li Ispartayê jina bi navê K.O tundî li zarokê xwe kir.Tundiya li zarok bi telefonê hat kişandin û li ser çapemeniya civakî hat parvekirin. Gelek kesî bertek nîşan dan.
Li ser bertekan Serdozgeriya Komarê ya Burdurê lêpirsîn da destpêkirin. Zarok ji K.O hat girtin û kirin bin parastinê. Der barê K.O de lêpirsîn hat destpêkirin.