
ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2025'AN
- 09:00 10 Nîsan 2025
- Rojev
*Xizmên girtiyan diyar kirin ku girtiyên nexweş ên rewşa wan her diçin giran dibin divê demildest bên tahliyekirin û gotin: “Divê dewlet demildest gavê bavêje. Divê zarokên me bên tahliyekirin.” DÎMEN HEYE
*Fulya Taştan der barê meşa 4 rojan a bi dirûşmeya "Em bi civaka demokratîk ber bi aştiyê ve dimeşin" a bi pêşengiya meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat destpêkirin de nirandin kir û got peyama hatiye şandin nexşerêye û wiha got: “Peyama hat şandin tenê hêviya me geş nekir û girêdayîna me ya bi gelê me, riya me û serokatiya me xurt kir.” DÎMEN HEYE
*9’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê pêk tê. Endama kordînasyona FîlmAmedê Dîlan Toftîk der barê mîhrîcanê de axivî û got: “Qada Belgefîlmê di heman demê de qada berxwedanê ye. Ji ber em rastî û heqîqetê nîşan didin. Ew jî berxwedanê ava dike. Ji ber wê girîng e.”
DÎMEN HEYE