
Xizmên girtiyên nexweş: Divê zarokên me demildest bên berdan
- 09:02 10 Nîsan 2025
- Rojane
Elfazî Toral
STENBOL - Xizmên girtiyan diyar kirin ku girtiyên nexweş ên rewşa wan her diçin giran dibin divê demildest bên tahliyekirin û gotin: “Divê dewlet demildest gavê bavêje. Divê zarokên me bên tahliyekirin.”
Li girtîgehan ji ber pêkanînên giran ên tecrîdê binpêkirinên mafan zêde dibin. Girityên nexweş rewşa wan roj bi roj giran dibin. Erdal Ozel û Salman Akpinar du girtiyên ku hezaran girtiyên nexweş in.
Erdal Ozel di 2006’an de li Kanarya ya Stnebolê di serdegirtina malan de hat binçavkirin, 15 rojan bin çavan de ma û cezayê muebetê lê hat birîn. Erdal Ozel ê li girtîgeha Tîpa R ya Metrîsê dimîne, di 2012’an de teşîsa şîzofrenê lê hat danîn.
Salman Akpinar ku belavkarê rojnameya Ozgur Gundemê bû, ji êrîşa ku 8’ê mijdara 2009’an de li Kuçukçekmece ya Stenbolê pêk hat û kesekî jiyana xwe ji dest da berpirs hat dîtin û hat girtin. Der barê Salman Akpinar de ji îdiaya ‘yekitiya dewletê xera kiriye’ du caran cezayê muebetê hat dayîn. Ceza di 2012’an de ji aliyê dadgeriyê ve hat erêkirin. Salman Akpinar ê li girtîgeha Tîpa F ya Bucayê ya Îzmîrê dimîne, nexweşê mîde û astimê ye û ji ber emeliyata lingê xwe zehmetiyê dikşîne û nikare bimeşe.
Malbatên Erdal Ozel û Salman Akpinar der barê rewşa zarokên xwe de ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku rewşa wan her diçe giran dibe û divê demildest bên tahliyekirin.
Xwişka Erdal Ozel ê li girtîgeha Tîpa R ya Metrîsê dimîne, Kumru Akgul, da zanîn ku rewşa birayê wê her diçe giran dibe divê demildest bê tahliyekirin.
Kumru Akgul wiha vegot: “Erdal ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nikare hewcedariyên xwe bîne cih. Di tecrîdê de tê girtin. Hefteya borî çûm hevdîtinê. Rewşa wî qet ne baş e. Erdal derman nakin. 21 sal in girtiye. Li girtîgeha Tekîrdagê dihat girtin lê birin a Metrîsê. Erdal di girtîgehê de krîza dil derbas kir. Anjo bû. Serê Erdal diêşe. Divê 15 rojan carekê derziyê li xwe bixe. Lê vê nakin. Zarokên me derman nakin. Ji bo sala 2028’an randevu dane Erdal. Salek û 9 meh in Erdal li Metrîsê di odeyekê de tê girtin. Bila zarokên me berdin em derman bikin. Ne mirovahî ne wijdan ne jî mislimantî maye. Zarokên me ji me digirin û dibin.”
Ji bo wezareta dadê bang
Kumru Akgul balkişand ser geşedanên piştî ku Devlet Bahçelî û DEM Partiyê destê xwe dane hev û wiha dirêjî dayê: “Dibêjin em ê çareser bikin. Çareserî wisa nabe. Çareserî divê mayînde be. Divê jidil û dirûst bin. Divê aştiyek mayînde hebe. Divê efû bê derxistin. Bila girtiyan berdin. Em edaletê, em jiyanek wekhev û azad dixwazin. Di ser banga Abdullah Ocalan de meh derbas bûn. Lê hîna dewletê gavek navêtiye. Dewlet, girtin, binçavkirin û îşkenceyan didomîne. Tecrîdê didomîne. Divê demildest gav bê avêtin. Kes nikare me bixapîne. Niha bi hezaran girtiyên nexweş hene. Divê demildest bên berdan. Ez bang li wezareta dadê dikim. Bila zarokên me berdin.”
Dayika Salman Akpinar, Koçer Akpinar jî daxuyakirin ku ew çûye hevdîtina kurê xwe û rewşa wî qet nebaş e. Koçer Akpinar wiha bi lêv kir: “Hefteya borî em ji Stenbolê çûn Îzmîrê hevdîtina wî. Got rojê du caran nan didin wan lê kêm didin, êvaran jî tu tiştekî nadinê. Got di testên hatine kirin de nexweşiyek mîkrobîk a din derketiye. Kurê min 16 sal in girtiye. Tevî nexweş e nayê berdan. Dema dibin revîrê jî destê wî kelepçe dikin. Kurê min li girtîgeha Îzmîrê ye. Ji me dûr e. Çend sal in li wir e. Em nikarin biçin. Rewşa me ya aborî nebaş e. Bila kurê min berdin. Tu sûcê kurê min tuneye. Bêyî delîl, tê girtin. Divê hemû girtiyên nexweş bên berdan. Daxwaza me ev e ku dewlet gavekê bavêje. Bila dewlet berpirsyariya xwe bîne cih.”