
Li Mexmûrê Ûveyş Ocalan hat bîranîn
- 18:29 11 Nîsan 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Ûveyş Ocalan di 32’emîn salvegera wefata xwe de hat bîranîn.
Bi pêşengiya Meclisa Îştar, bi boneya 32’yemîn salvegera wefata dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Parka Dayika Ûveyş ya Mexmûrê daxuyaniyek hat dayîn.
Beriya ku daxuyanî were dayîn deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Hevberdevka Saziya Malbatên Şehîdan Sariya Marînos ve hat dayîn.
Sariya Marîno di destpêka axaftinên xwe de xêrhatina beşdaran kir û wiha got: “Sedemê kombûna me ya li vê derê ji bo bîranîna dayika Rêber Apo, dayika Ûveyş’e. Em weke jin, wek dayik pir bi şansin ku xwedî dayikek wek dayîka Ûveyş’in ku ewladek wek Rêber Apo aniye dinyayê. Dayîka Ûveyş bi rastî jî dayikek berxwedêr, bihêz û tu carî bindestî qebûl nedikir, bû. Em deyndarê ked û têkoşîna dayika Ûveyş’in. Her wiha divê em li têkoşîna wê xwedî derbikevin. Bi saya fikra dayîka Ûveyş, em ji tarîtiyê hatin ronahiyê. Ji ber ku dayika Ûveyş ewladekî wek Rêber Apo bi fikrekî azad û paqij mezin kir. Ji ber vê jî bû hêviya dayik, jin û gelên bindest. Divê em jî wek jin li ewladê wê yê ku bûyî hêviya gelên bindest, xwedî derbikevin. Weke jin heta ku em negihin azadiya fîzîkî ya Rêbertî, em deyndarên dayika Ûveyş û Rêbertî ne.”
Piştî daxuyaniyê ji aliyê jinên wargehê ve gul hatin çandin. Daxuyanî bi dirûşemeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî bû.