Der barê girtiyên li Girtîgeha Sîncanê de lêpirsîn

  • 12:57 12 Nîsan 2025
  • Rojane
 
ENQERE - Der barê 10 girtiyên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê de bi hinceta di 14’ê Sibatê de dirûşm berz kirine de lêpirsîna dîsîplînê hat destpêkirin. 
 
Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ji ber dirûşmên 14’ê Sibatê ku salvegera Komploya Navneteweyî bû li girtiyên jin ên siyasî lêpirsîna disîplînê hat vekirinhatin vekirin. 
 
Rûniştina girtiyên siyasî Elîf Çetînbaş, Emîne Abiş, Leyla Guven, Melîke Goksu, Rîhan Kavak Ozbek, Saadet Akîn, Selver Yildirim, Sevîm Ekîn, Zelal Bîlgîn û Zelîha Ustabaş ên ku tevî serlêdanên îtîrazê jî lêpirsîn li wan hatibûn vekirin, wê di 12'ê Gulanê de bê dîtin.