
ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2025'AN
- 09:00 19 Nîsan 2025
- Rojev
* Xizmên girtiyan derbarê hevdîtina heyeta Îmraliyê ya ku wê bi wezareta dadê re pêk bîne axivîn û gotin: “Çend caran sererastkirina înfazê pêk hat lê girtiyên siyasî ji vê fêde negiritn. Em dixwazin girtiyên siyasî jî bikevin çavçoveya sererastkirinan. Em azadiya Birêz Ocalan û hemû girtiyan dixwazin.” BI DÎMEN
*Fatma Ozbay ku azadî xeyal dikir û ji bo vê pêk bîne têkoşîn meşand tevî pirsgirên tenduristiyê li 28 sal e berxwe dide. Têkoşîn û girêdana wê ya bi jiyanê re dîwaran hildiweşîne.
*Seroka Komîteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Adalet Omer der barê pêşnûmeya Destura Bingehîn ya ku hikûmeta Şamê ya demkî amade kiriye de axivî û got desturek bingehîn ya yekparêz hatiye amadekirin û der barê jinê de tu tiştek tuneye. BI DÎMEN