Girtiya nexweş Fatma Ozbay 28 sale berxwe dide

  • 09:03 19 Nîsan 2025
  • Rojane
 
Nazlican Nujîn Yildiz
 
ÎZMÎR - Fatma Ozbay ku azadî xeyal dikir û ji bo vê pêk bîne têkoşîn meşand tevî pirsgirên tenduristiyê li  28 sal e berxwe dide. Têkoşîn û girêdana wê ya bi jiyanê re dîwaran hildiweşîne.
 
Banga sedsalê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan deng da û wek bangek dîrokî mohra xwe li pêvajoyê da. Piştgiriya ji bo bangê ji her derê tê û gel jî dewletê dixazin ku gavên şênber biavêje. Div ê mijarê de bendewariya herî mezin jî rewşa girtîgehane. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan didome û binpêkirin jî li herderê zêde dibin.
 
Li gorî rapora ku Komeleya mafê Mirovan (ÎHD) di 2022’an de parve kir li Kurdistan û Tirkiyeyê li girtîgehan 651 jê giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş li girtîgehan hene. Li gorî raporê ji van girtiyênnexweş 165 jî jinin.yek ji van girtiyên nexweş ku rewşa wê girane Fatma Ozbay e. Fatma Ozbay tevî nexweşiya giran nayê tahliyekirin.
 
Wek her zarokek Kurd dibe şahida zextên dewletê
 
Fatma Obay li Bazid a Agiriyê yek ji 5 zarokên malbatekê ya 4’emîn tê dinê. Temenê biçûk de zextên li ser Kurdan nas dike û bi saya têkoşîna malbatê, ew jî têkoşînê nas dike.
 
Di 1994’an de dibe Raperîn
 
Fatma Obay heta lîseyê li Bazidê dixwîne, di şaredariya Bazidê de wek memur dixebite. Fatma Ozbay ji ber naqokiyên jiyanê memurtiyê berdide û xwe dide ser têkoşîna azadiyê. Fatma Ozbay birayê xwe di pevçûnan de winda dike û xwişşek wê jî di 1992’an de tevli PKK’ê dibe. Fatma Ozbay jî di 1994’an de tevil PKK’ê dibe û xwe wek Raperîn pênase dike.
 
Fatma Ozbay di 7’ê Gulana 1997’an de li Şirnexê tê girtin û dişînin girtîgeha Tîpa M a Mîdyat a M3erdînê. Xwişka wê Gulser Ozbay jî di 1992’an de hatibû girtin. Li her duyan jî cezayê muebetê tê birîn.
 
Girtîgeha Erziromê dibe cihê tecrîdê
 
Fatma Ozbay li girtîgeha Mîdyadê bi xwişka Gulser Ozbay re dimîne. Bi salan li wir dimînin û di 2012’an de her dur jî surgunê girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê tên kirin. Fatma Ozbay di 2017’an de surgunê girtîgeha Tîpa E ya Erziromê tê kirin. Li wir tenê di hucreyê de tê girtin. Fatma li wir bi nexweşiya pençeşêra pêsîrê dikeve. Dermankirina wê dest pê dike. Girtîgeh ji bo Fatma Ozbay vediguhere tecrîdê. Ji ber kemoterariyê porê wê diweşe.Fatma Ozbay pir caran daxwaznameyê dide ku sewqê cem xwişka wê bê kirin. Lê nayê şandin.
 
Pirsgirêkên tenduristiyê
 
Fatma Ozbay ligel nexweşiya pençeşêrê bi gelek nexweşiyên din re jî têdikoşe. Çavê wê yê rast nerehete û her wiha helîna hestiyan jî pêş ketiye. Di qirika wê de nodel hene û 6 mehan carê tê kontrolkirin. Her wiha di kezeba wê de jî leke heye û mîgrena kronîk jî heye.
 
Tevî hemû hewldanên malbat û parêzeran daxwazname û nameyê der barê tahliyekirina Fatma Ozbay de tên redkirin.
 
Çîroka ‘mirî birîndar nabin’ di pirtûka ‘çîrokên jinên di zindanan de’ cih girt
 
Piştî rewşa Fatma Ozbay hinek baş bû şandin cem xwişka wê girtîgeha jinan a Şakranê. Pirsgirêkên Fatma Ozbay didome. Fatma Ozbay li girtîgehê gelek çîrok, gotar û helbest nivîsin. Lê ev berhem negihiştin ber destê xwendevanan. Lê rojên borî de çîrokên 10 girtiyên jin yên li girtîgehan nivîsîbûn bû pirtûk. Pirtûk bi alîkariya Komîteya Jinan a Kurd PEN, MED-DER, Komeleya Wêjekarên Kurd, Enstîtuya Kurd a amedê, Federasyona Komeleyên Piştgiriya Malbatên Girtiyan hat amadekirin. Pirtûk ji weşanên Aramê derket û amadekariya wê rojnameger û nivîskar Roza Metîna kir. Di pirtÛkê de berhemên Kurdî cih digirin û ji 112 rupelan pêk tê. Çîroka Fatma Ozbay ya bi navê ‘Mirî Birîndar Nabin’ jî cih digire.