Serokwekîlên Koma DEM Partiyê dê bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bikin

  • 15:14 20 Nîsan 2025
  • Rojane
ENQERE– DEM Partiyê, îdiaya ku dê kesekî/a cuda li şûna Sirri Sureyya Onder di Şandeya Îmraliyê de cih bigire derewand û got: “Ji ber rewşa tenduristiyê ya Onder û karê zêde yê Pervîn Buldanê, dê Serokwekîlên Koma me bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bikin.”  
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî rewşa tenduristiyê ya endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder ku li beşa lênihêrîna awarte ya Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê tê tedawîkirin, daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku tedawiya Onder a li beşa lênihêrîna awarte didome. Her wiha îdiaya ku dihat gotin dê kesekî/a din li şûna Onder di Şandeya Îmraliyê de cih bigire jî hate derewandin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Tedawiya Sirri Sureyya Onder a li beşa lênihêrîna awarte ya li nexweşxaneyê didome. Partiya me bi hemû lijneyên xwe, bi hêviyeke mezin li nexweşxaneyê ye û em di wê baweriyê de ne ku hevalê me Sirri Sureyya Onder dê di demekî herî nêz de baş bibe û xebatên xwe li cihê mayî bidomîne. 
 
Di vê mijarê de partiya me û raya giştî hesasiyeteke mezin nîşan dide. Lê mixabin, nûçeyên spekulatîf ên tu eleqeya wan bi rastiyê re nîne, tên belavkirin. Ji ewil em bibêjin; îdiaya ku tê gotin ku dê li şûna Sirri Sureyya Onder kesekî/a din di Şandeya Îmraliyê de cih bigire rast nîne. Partiya me ev mijar negirtiye rojeva xwe û nîqaş li ser nekiriye. Beriya her tiştekî daxwaza partiya me ew e ku Sirri Sureyya Onder baş bibe. 
 
Her wiha; ji ber rewşa tenduristiyê ya Sirri Sureyya Onder û karûbarê zêde yê Pervîn Buldanê yê li nexweşxaneyê, dê Serokwekîlên Koma Partiya me bi Wezareta Dadê re hevdîtinê bikin.”