Ji DBP’ê rêxistinbûn: Bi îradeya jinê civakek nû

  • 09:05 28 Nîsan 2025
  • Rojane
Gulistan Gulmuş
 
AMED - Narîn Gezgor da zanîn ku DBP’ê bi dirûşmeya ‘em bi jina azad civaka demokratîk ava dikin’ wê ji meha Gulanê şûnde dest bi xebatên rêxistibûnê bikin û da zanîn ku li dijî polîtîkayên şerê taybet wê li hemû qadan xebatên rêxistibûnê bimeşînin.
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Amedê di 13’ê Nîsanê de encamnameya civîna Meclîsa Partiyê (PM) aşkera kir. Di encamnameyê de biryarên wek wê ‘banga aştî û civaka demokratîk’ ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê vegotin û çarçoveya seferberiya rêxistibûnê de serdanên malbatan, hevdîtinên gel û civînên gel pêk bên.  Xebatên DBP’ê yên rêxistibûnê wê meha Gulanê de dest pê bikin.
 
Hevberdevka komîsyona rêxistinê ya DBP’ê Narîn Gezgor der barê mijarê de axivî.
 
‘Em ê berpirsyariya xwe bînin cih’
 
Narîn Gezgor balkişand ser banga ‘aştî û civaka demokratîk’ ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiriye û got: “Piştî bangê me hevdîtin bi jinan û gel re kirin. Pirsa ‘Ocalan peywira xwe anî cih wê ji vir şûnde çi bibe?’ derket holê. Me 101 civîn pêk anîn. Banga ku Abdullah Oclan kir bangek gelek mezin e. Helwesta derket holê; Em ligel îradeya ku Ocalan daniye holê ne, em ê li dorê bibin yek. Gel, ciwanan di alî avakirina aştî û civaka demokratîk de îradeyek hevpar danîn holê."
 
‘Peyamê rol û mîsyona jinan daniye holê’
 
Narîn Gezgor balkişand ser girîngiya peyama ku Abdullah Ocalan di 8’ê Adarê de ji bo jinan şandiye û got vê peyamê rol û mîsyona jinan a di pêvajoya avakirinê de daniye holê û got: “Abdullah Ocalan di mijara azadiya jinê de her tim fikr û nêrînên kûr derdixist holê. Birêz Ocalan dibêje ‘jin azad nebe civak jî nabe’. Bi peyama dawî re jî ev bi awayekî zelal daniye holê. Em wek jinan piştî bangê ji bo berpirsyariya xwe bînin cih ketin tevgerê. Me wek meclîsa Partiyê wek MYK’ê civîna xwe kirin. Ji bo em bersivê bidin bangê me di civînên xwe de biryar girtin. Me civîna meclîsa jinan pêk anîn. Me bi aliyên cuda re nîqaşên xwe meşandin. Di çarçoveya îdeolojiya rizgariya jinê de me atolyeyên nû plan kirin. Em ê di dema pêş de xebatên nû li taxan gundan bidin destpêkirin.”
 
Xebatên rêxistibûnê
 
Narîn Gezgor di berdewamiyê de wiha got: “Em ê xebatên xwe bidomînin. Em ê bangê civakî bikin. Me li hemû Tirkiye û Kurdistanê serdanên malbatan dan destpêkirin. Piştî serdanan em ê li kolanan civînan, li taxan gundan civînan bikin. Em ê giraniyê bidin rêxistibûna civakî. Em bang li hemû jinan dikin. Werin em di xeta têkoşînê de bên gel hev û xeta têkoşînê bi hev re xurt bikin. Em ê li dijî polîtîkayên şerê taybet  li hemû qadan xebatên rêxistibûnê bimeşînin.”