Ji Cenevreyê bang kirin: Bila derfeta dîrokî neyê windakirin

  • 19:56 30 Nîsan 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya Cenevreyê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her Çarşem tê lidarxistin kete meha 52’an. Di çalakiyê de hate xwestin ku Tirkiye  ji bo aştî û civaka demokratîk gavê biavêje.
 
Kurdistaniyên ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê li hev civiyan, ji 25'ê Çileya 2021'an ve her roja Çarşemê çalakiya rûniştinê li dar dixin. Çalakî ket meha 52’an.
 
Çalakî bi deqîqeyek rêzgirtin hat destpêkirin. Komîteya Çalakiya Cenevreyê 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran pîroz kir û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dubare kir.
Di daxuyaniya li ser nave komîteyê de hate destnîşankirin ku 1’ê Gulanê ji bo gelê Kurd xwedî wateyekî sembolîk û polîtîk e û wiha hate gotin: “1’ê Gulanê bi qasî Newrozê ji bo Kurdan girîng e. Ji ber ku Kurd îro jî ne tenê dengê kedê bûne dengê daxwazên neteweyî jî.”
 
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji ber polîtîkayên zextê û înkarê ya Tirkiyeyê li dijî Kurdan bi milyonan Kurd neçarî koçberiya hundir û ji derve hatine kirin û hate diyarkirin ku li her derê ku lê ne hem jiyanê ava dikin û hem jî têkoşînê didomînin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku PKK tevgerekî karkeran e û hate destnîşankirin ku 1’ê Gulanê roja ku têkoşîna gelê Kurd bi têkoşîna gerdûnî re dibe yek e.
 
Di dewama daxuyaniyê de balkişandin ser ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha hate gotin: “PKK û aktorên Kurd ên din bi erênî nêzî vê bangê bûn, lê ji bo ku ev pêk were dive Birêz Ocalan di şert û mercên azad de bixebite.Dewleta Tirk li şûna ku gavekî erênî li hemberî vê biavêje, di her qadê de êrîş dike. Bila ev derfeta dîrokî neyê windakirin. Bi hêviya aştiyê re neleyzin.”
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya di 26’ê Nîsanê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat lidarxistin wekî gave dîrokî û ji nû ve rabûna Kurdan hate nirxandin û hate xwestin ku 26’ê Nîsanê wekî “Roja Neteweyî ya Kurd” were ragihandin û her sal bi awayekî bi coş were pîrozkirin.
 
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê heta saet 17:00’an dewam kir.