Daxwaza berdana girtiyên nexweş kirin

  • 15:50 22 Mijdar 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîsyonên Girtîgehan ên ÎHD'ê li Stenbol û Îzmîrê banga berdana girtiyên jin ên nexweş kirin, bal kişandin ser pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyên jin û cudakariya zayendî li girtîgehan.
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Stenbol û Îzmîrê di çalakiyên xwe yên heftane de bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî, li ser rewşa girtiyên jin ên nexweş û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan sekinin.
 
Stenbol 
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD a Stenbolê, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş 713'yemîn "Rûniştina F"yê li dar xist. Daxuyanî li ber avahiya ÎHD'ê ya li Beyoglûyê hat lidarxistin. Vê hefteyê li ser rewşa girtiyên jin ên nexweş hat sekinandin. Di çalakiyê de pankarta "Bila girtiyên jin ên nexweş serbest bên berdan" hat vekirin. Her wiha wêneyên jinên girtî jî hat hilgirtin. 
 
Metna çapemeniyê ji liyê Meral Nergîs Şahînê ve hat xwendin. 
 
Meral Nergîs Şahînê bi awayekî temsîlî bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş Hatîce Yildiz, Hatîce Onaran, Fatma Tokmak, Tenzîle Acar û Şîvekar Ataşê. 
 
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên "Bila girtiyên jin ên nexweş serbest bên berdan" û "Tecrîd dikuje, hevgirtin jiyan e" hatin berzkirin. 
 
Îzmîr 
 
Şaxa ÎHD a Îzmîrê jî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş çalakiya xwe ya du hefteyan carekê li dar xist. Çalakî li ber Sumerbanka Kevn a li Konakê hat lidarxistin. Di daxuyaniya li vir de pankarta "Jin aştiyê dixwazin" û "Girtiyên nexweş dimirin. Bêdeng nemine, nebe şirîkê sûc" hatin vekirin. MEtna daxuyaniyê ji aliyê rêveberên ÎHD'ê Vetha Aydin û Gülay Bîlîciyê ve hatin xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de îşaret bi tundiya li ser jinan hat kirin û bi boneya 25'ê Mijdarê li ser rewşa girtiyên jin ên nexweş û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hat sekinandin. 
 
Di çalakiyê de îşaret bi rewşa girtiyên nexweş ên bi navê Sebahat Çetinkaya, Hatice Onaran, Aygul Kapçak, Ayşe Kayra, Bahar Erturk, Bahar Talşik, Bahar Alkan Yildiz, Demet Şahin, Ebru Arzu Erdal, Emine Turan, Esmer Ayaz, Fatma Reşat Sido, Figen Şahin, Guzin Tolga, Hasret Suzgun Kolkiran, Hayriye Yagbasan, Mahsume Şedal, Makbule Sunger, Mehtap Kıyar, Mehtap Şenturk, Mesil Demiralp, Nesibe Nur Akbaş, Nuran Durak, Sayme Bayar, Şukran Ozer, Yeliz Kurtok, Zeynep Gonca Karakoç û Zuhal Surucu hat kirin.