Ji bo jinên hatin qetilkirin û windakirin edalet xwestin
- 15:24 22 Mijdar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYN - Xizmên windayan li aqûbeta jinên ku di cinayetên kiryar nediyar de hatine qetilkirin pirsin û daxwaza edaletê kirin.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan, li Amedê li aqûbeta jinên ku di cinayetên kiryar nediyar de hatine qetilkirin pirsin û li Êlihê li aqûbeta Siddik Kaya û li Colemêrgê jî li ya Îslam Terkoglû pirsin.
Amed
Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 876'emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya Amedê li dar xist. Di daxuyaniyê de endam û rêveberên ÎHD'ê û Xizmên Windayan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevşaredarên Peyasê, Dayikên Aştiyê, rêveberên Komeleya 78an, TUAY-DER, MEBYA-DER, TOMMOB, OHD, Egîtîm Sen û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.
Kesên ku beşdarî çalakiyê bûn wêneyên kesên ku hatine windakirin hildan û vê hefteyê li aqûbeta Makbûle Okten a ku di sala 1991'î de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hatibû windakirin û piştî 18 salan di encama xebatên rêyan de rastî hestiyên wê hatibûn pirsîn.
Vê hefteyê di şexsê Makbûle Okten de bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî li aqûbeta gelek jinên ku ji aliyê dewletê ve hatine windakirin û qetilkirin hate pirsîn.
Rêvebera ÎHDê Berfîn Elçî beriya metna daxuyaniyê bê xwendin axivî û got: “Em hemû jinên ku hatine qetilkirin bi rêzdarî wan bi bîr tînin. Ji bo ku faîlên wan bêne darizandin ji aliyê edaletê ve çi destê me em ê bikin.”
Metna vê hefteyê ji aliyê Endama Komîsyona Windayan a ÎHD'ê Halîme Bayram ve hate xwendin.
Di metna vê hefteyê de bi boneya 25ê Mijdarê li aqûbeta van jinan hate pirsîn:
* Em ji bo Makbule Okden a ku piştî 18 salan hestiyên wê di dema çêkirina rê de, di sala 1991'î de li Cîzîrê hatin dîtin edaletê dixwazin!
* Em ji bo Bedriye Gumuş, ku di 17'ê Sibata 1992'yan de dema ku leşkeran gule li ser mirovên ku li dijî zextên li ser wan ên ji bo bibin cerdevan li Nisêbînê protesto dikirin, jiyana xwe ji dest da edaletê dixwazin!
* Em ji bo Ayten OztUrk, ku cenazeyê wê ji îşkenceyê nedihat naskirin di 14'ê Tebaxa 1992'yan de 8 roj piştî ku di 27'ê Tîrmeha 1992'yan de li Dêrsimê hate girtin, li Kartepe, Karşıyaka, Xarpêtê hate veşartin, edaletê dixwazin!
* Em ji bo Ridda Yavuz, ku bi du kesên din re li Dêrika Mêrdînê hat binçavkirin û careke din jê agahî nehat girtin edaletê dixwazin!
* Em ji bo Sedika Dal, ku di Îlona 1993'yan de li Taxa Selahaddîn Eyyubî ya navçeya Nisêbînê ji aliyê Hîzbullahê ve bi kîsikê li serê wê hat revandin û careke din jê agahî nehat girtin edaletê dixwazin!
* Em ji bo Hamîde Şarli, ku di 24'ê Kanûna 1993'yan de ji aliyê leşkeran ve ligel birayê xwe Ramazan ji mala xwe ya li gundê Wanika yê Tatwan a Bedlîsê hat binçavkirin û careke din jê agahî nehat girtin edaletê dixwazin!
* Em ji bo Hatûn Işik, Yeter Işik, Elîf Işik, Gulîzar Serîn û keça wan a 3 salî, Dîlek Serîn ku piştî operasyona leşkerî ya di 24'ê Îlona 1994'an de li gundê Mirikê Dêrsimê hat destpêkirin careke din jê agahî nehat girtin edaletê dixwazin!
* Em ji bo Lutfiye Kaçar ku piştî girtina wê di 5'ê Cotmeha 1994'an de li Stenbolê careke din agahî jê nehat girtin edaletê dixwazin!
* Em ji bo Gulnaz Tatu û Kadriye Tatu yên ku di 17'ê Cotmeha 1994'an de dema ku li ser platoya gundê Ortaç, Haskoy ên Mûşê heywanên xwe didoşin di nav operasyoneke leşkerî de asê man û careke din tu agahî ji wan nehat girtin edaletê dixwazin!
* Em ji bo Ayşenûr Şîmşek ku di 24'ê Çileya 1995'an de li Enqerê hate binçavkirin û piştî 76 rojan cenazeyê wê yê îşkencekirî wekî “keseka nenas” li Goristana Bênav a Kirikkaleyê hate dîtin edaletê dixwazin!
* Em ji bo Hatîce Şîmşek ku di Gulana 1995'an de li navçeya Bismilê ya Amedê hate binçavkirin û careke din tu agahî jê nehat girtin edaletê dixwazin!
* Em ji bo Şukran Daş, ku di 7'ê Îlona 1996'an de di serdegirtina polîsên sivîl ên Daîreya Polîsan a Amedê de li ser malekê li navçeya Rezana Amedê hate girtin û ji wê demê ve tu agahî jê nehatiye girtin edaletê dixwazin!
* Em ji bo Hatîce Atalay, ku di 10'ê Îlona 1996'an de dema ku polîsan li zeviyê kîlometreyek dûrî mala wê gulebaran kirin hate kuştin edaletê dixwazin!
* Em ji bo Fahriye Mordenîz ku di 28'ê Mijdara 1996'an de bi hevjînê xwe Mahmut re li Amedê hate girtin û du sal şûnda wekî “keseke nenas” li Goristana Cîzre Asrî weke keseke bêkes hate veşartin, lê gora wê hîn jî nehatiye dîtin, edaletê dixwazin!
* Em ji bo Zozan Eren, ku di 26'ê Îlona 1997'an de bi hevjînê xwe Orhan re di otomobîleke Toros a spî de siwar dibin û têne ravandin re edaletê dixwazin!
* Em ji bo Neslîhan Uslu ku di 31'ê Adara 1998'an de li Îzmîr/Çeşme/Alaçatiyê bi sê hevalên xwe re hat binçavkirin û careke din tu agahî jê nehat girtin edaletê dixwazin!
* Em ji bo Konca Kuriş, ku di şeva 16'ê Tîrmeha 1998'an de li Mersînê ji aliyê Hizbullahê ve girêdayî dewleta kûr ve hat revandin di 21'ê Çileya 2000'î de hat îşkencekirin û cenazeyê wê li jêrzemîna vîllayekê li Meram a Konyayê hat dîtin edaletê dixwazin!
* Em ji bo Taybet Înan, ku di dema qedexeya derketina derve ya li Silopiyê di 14'ê Kanûna Pêşîn a 2015'an de hat ragihandin û cenazeyê wê heft rojan li kolanê ma, edaletê dixwazin!
* Em ji bo Gulistan Doku, ku di 5'ê Çileya 2020'yan de li Dêrsimê winda bû û ji wê demê ve tu agahî jê nehatiye girtin, edaletê dixwazin!
* Em ji bo Nagîhan Akarsel, ku di 4'ê Cotmeha 2022'yan de li ber mala xwe li Silêmaniyê rastî êrîşê hat edaletê dixwazin!
* Em ji bo Gulistan Tara, ku di 23'yê Tebaxa 2024'an de li Silêmaniyê di êrîşa droneke bêmirov de jiyana xwe ji dest da edaletê dixwazin!
* Em ji bo rojnamevan Cîhan Bîlgîn ku di 19'ê Kanûna Pêşîn a 2024'an de dema ku bi hevalê xwe Nazim Daştan re pêşketinên li Rojava dişopand, di êrîşeke hewayî de hat kuştin edaletê dixwazin!
Daxuyaniyê de ev yek jî hat gotin: “Em bi rêzdarî hemû jinên ku bi zorê hatine windakirin û qurbaniyên kuştinên siyasî yên nediyar bi bîr tînin. Em dubare dikin ku çend sal derbas bibin jî, em ê dev ji daxwaza edaletê bernedin. Em bang li dewletê dikin ku erkên xwe yên di bin qanûna navneteweyî de bicîh bîne.”
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
Êlih
Çalakiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan li Êlihê di hefteya 712'an de li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulistanê berdewam kir. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Siddik Kaya ku di 20'ê Mijdara 2002'yan de li gundê Karapinar ê navçeya Gimgim a Mûşê hat windakirin, hat pirsin.
Rêveberê Şaxa ÎHD'ê Metîn Nas metna daxuyaniyê xwend.
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
Colemêrg
Şaxa ÎHD a Colemêrgê û xizmên windayan ji bo hefteya 202'emîn a çalakiya xwe li Kolana Hunerê ya navçeya Gever a Colemêrgê kom bûn. Pankarta "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" û wêneyên windayan hatin vekirin. Vê hefteyê xizmên windayan li kiryarên kuştina Îslam Terkoglû yê di 23'yê Mijdara 2006'an de hat qetilkirin, pirsîn.
Daxuyanî ji aliyê rêveberê ÎHD'ê Eren Baskin ve hat xwendin.
Çalakî, bi çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan bi dawî bû.







