Li Wanê kiryarê destdirêjiyê Burak Ercan hat şermezarkirin

  • 16:26 22 Mijdar 2025
  • Rojane
WAN - TJA, li Wanê bi daxuyaniyê biryara ku derbarê kiryarê destdirejiyê Burak Ercan de hatî dayîn, şermezar kir û da zanîn ku dê têkoşîna xwe bidomînin heya ku jin û zarok azad bibin. 
 
Cîgirê Midûrê Dibistana Pîşeyî ya Anadoluyê ya Cizîr a Şirnexê Burak Ercan, ji ber tacîza zayendî ya li dijî gelek zarokan dihat darizandin. Cezayê hefsê yê Burak Ercan hatibû betalkirin û biryara jinûvedarizandinê hatibû dayin. Danişîna duyemîn a jinûvedarizandinê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê hat lidarxistin û biryara beraetê hat dayin. 
 
Bertekên li hemberî biryarê didomin. Li Wanê Tevgera Jinên Azad (TJA), li ber Baroya Wanê daxuyaniyek da. Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan Halîde Turkoglu û gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Jin, Jiyan, Azadî” hat vekirin. Metna daxuyaniyê ji hêla Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê ya ku li şûna wê qeyûm hatî tayînkirin Neslîhan Şedal ve hat xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Jin bi nêzîkbûna 25'ê Mijdarê berxwedan xwe zêde dikin. Ev berxwedana ku mezin dibe li seranserê cîhanê belav dibe. Her ku em nêzîkî 25'ê Mijdarê dibin, jin hîn jî bi hovane tên kuştin. Jin li her derê dengê xwe li dijî van polîtîkayan bilind dikin û têkoşîna xwe zêde dikin. Du roj berê, cezayê kiryarê destdirejiyê hat betalkirin. Li Tirkiyeyê, pergal dema ku mijar tê ser jin û zarokan bêdeng dimîne. Dema ku sûcdarên van kiryaran azad digerin, êrîşên zayendîperest ên li dijî jin û zarokan berdewam dikin. Em dizanin ku ew vê cesaretê ji dewletê digirin. Em ê têkoşîna xwe li dijî vê zîhniyeta dewleta serdest a mêran bidomînin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin heya ku jin û zarok azad bibin."