Li Reqayê çalakiya Roja Zarokan

  • 16:02 21 Mijdar 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Reqayê bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê çalakiyek li dar xist.
 
Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqayê bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê ku 20`ê Mijdarê ye, çalakiyek li dar xist. Çalakî li hola Navenda Çandê ya Reqayê bi amadebûna endamên desteyê, Kombûna Jinan a Zenûbiya û Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Reqayê hat lidarxistin.
 
Seroka Desteya Jinan Emel El Casim axivî û bixêrhatina beşdaran kir û bi bîr xist ku 20’ê Mijdarê ji bo parastina mafên zarokan û mîsogerkirina siberojeke ewle ji wan re wek Roja Zarokan a Cîhanê hatiye îlankirin, lê zarok dibin qurbaniyên şer û ji mafên xwe bê par tên hiştin.
 
Dûre zarokên Baxçeya Yasemîn û Kewkeb El Tifûle şano û stran pêşandan.