Li Wanê ‘Navenda Jinan a Çil Kezî’ hat vekirin

  • 18:29 21 Mijdar 2024
  • Rojane
WAN - Ji aliyê şaredariya Armûşê ve di çarçoveya 25’ê Mijdarê de ‘Navenda Piştevaniya Jinan a Çil Kezî’ hat vekirin.
 
Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navnetweyî ‘Navenda Piştevaniya Jinan a Çil Kezî’ vekir. Parlamentera DEM Partî ya Wanê Gulderen Varli, hevşaredarên bajarê mezin yên WAnê, hevşardarên navçeyên Wanê û endamên meclîsên şaredariyan, aktîvîstên TJA’yê, rêveberên DEM Partî Û DBP’ê û dayikên aştiyê, gelek jin tevli bûn.
 
Hevseroka DEM Partî ya Wanê Gulşen Kurd axivî û da zanîn k udi van rojên ku tundiya li ser jinan zêde bûye de xebatên bi vî rengî gelek girîngin û got wê li dijî tundî û êrîşa li ser jinan têkoşînê mezin bikin.
 
Hevşaredarê Rêya Armûşê Canan Uzunay jî axivî û got ji 25’ê mijdarê re demek kurt maye û balkişand ser tundiya lis er jinan. Canan Uzunay got bila Navenda Çil Kezî li hemû jinan pîroz be.
 
Parlamenter Gulderen Varli jî balkişand ser tayînkirina qeyûman û got qeyûm bi awayekî dijhiqûqî hatine tayînkirin. Gulderengê got desthilatdariyê di 22 salan de jin ji her qadê vekişandiye.
 
Piştî axaftinan Navenda Çil Kezî bi tilîlî û çepikan hat vekirin.