Êlih sibehê ji bo dirûşma 'Jin Jiyan Azadî' amade ye

  • 09:07 24 Mijdar 2024
  • Rojane
Pelşîn Çetinkaya
 
ÊLIH – Aktîvîsta TJA'yê Fatma Ablay têkildarî meşa 25'ê Mijdarê ya li Êlihê ya bi şîara "Jin jiyan azadî" ya li dijî tundiya dewleta mêr tê lidarxistin, diyar kir ku ew ê li qadan bibin qadên ku jin lê bi azadî bijîn, li dijî hemû êrîşan wê li qadan bin. Fatma Ablay ji bo meşa mezin a sibehê li navendê wê, bê lidarxistin bang li welatiyan kir ku beşdar bibin.
 
Xebatên jinan ên bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê bênavber dewam dikin. Jinên ku hem li bajarên Kurdistan û hem jî yên Tirkiyeyê li hemû qad, kuçe û kolanan, çalakiyên xwe li dar dixin, wê sibê li gelek bajaran bimeşin. Yek ji van bajaran Elîh e. Di 25'ê Mijdarê de wê li Elihê bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî" li dijî tundiya dewleta mêr meşeke mezin bê lidarxistin. Ji bo meşa ku wê saet di 14.00 de ji Parka Yilmaz Guney a li navenda Elihê heta Kolana Gulistanê bê lidarxistin, bi rojan xebat hatin destpêkirin. Jinan li tax û kolanan belavok belav kirin û welatî vexwendin meşa ku wê sibê bê lidarxistin.
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Fatma Ablay, diyar kir ku bi meşa sibê dê xebatên wan bi dawî nebe û dê di siberojê de jî li her qadê xebat û têkoşîna xwe bidomînin û diyar kir ku divê jin çima beşdarî meşa sibê bibin, divê jin bi awayekî rêxistinkirî li qadan û qadan bin.
 
'Me 25'ê Mijdarê bi desteserkirina destkeftiyên jinan pêşwazî kir'
 
Fatma Ablay, diyar kir ku qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê ya di 4'ê Mijdarê de hat kirin, bandor li xebatên 25'ê Mijdarê kir û diyar kir ku qeyûm bi taybetî zerareke mezin daye jinan û got, "Dema ku me dest bi 25'ê Mijdarê kiribû, sibehekê di 4’ê mehê de em bi rastiya qeyûm şiyar bûn. Me 25’ê Mijdarê bi tundiya qeyûm û bi desteserkirina destkeftiyên jinan a ji aliyê desthilatdariya heyî ve, pêşwazî kir. 15 rojan berxwedanek hebû.  Em bang li jin û hevalan dikin ku di çarçoveya vê tackirinê de zêdetir cihê xwe bigirin. Belê, 15 roj in mil bi mil li berxwe didin, lê pêwîst e di 25’ê Mijdarê de careke din bi pêşengiya jinan bên cem hev û ji bo vê bangê bikevin destên hev."
 
Çalakiyên 25'ê Mijdarê li her derê ne
 
Fatma Ablay, bal kişand ser xebatên wan ên 25’ê Mijdarê û wiha got: “Weke pêkhateya jinên Êlihê me xebatên xwe yên 3 rojên dawî cidî girtin. Me plan kir ku li 5 herêm û taxan bi xebata li ser broşuran kampanyaya 25’ê Mijdarê li dar bixin û bi jinan re yek bi yek têkiliyan deynin. Niha hevalên me li qadan xebatên xwe dimeşînin. Helbet me ev yek di mîtînga 17’ê Mijdarê de ji nêz ve dît. Me di daxuyaniya 25’ê Mijdarê de jî heta radeyekê ev yek nîqaş kir. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî şîdeta dewleta mêr, birêxistinkirina felsefeya 'Jin jiyan azadî' hinekî din mezintir bikin û her roj saziyên xwe yên jinan bînin cem hev."
 
 
Em ê bi îdîaya 'Sedsala Jinê' li qadan bin
 
Fatma Ablay bang li jinan kir û got, "Pêwîst e her jin li hev kom bibin û vê têkoşînê berfireh bikin. Belê, têkoşîn heta radeyekê heye, îdiaya me ya 'sedsala jinê' jî heye. Lê ji bo vê jî pêwîstiya me bi hêza xwe ya rêxistinî heye. Di vê nuqteyê de em bang li jinan dikin ku bi taybet di 25’ê Mijdarê de mil bi mil bi têkoşîneke rêxistinkirî bimeşînin. Me weke pêkhateya jinên Êlihê lêkolînek pêk anî û ji bo ku em li ser wate û girîngiya wê rojê derbikevin û bibin deng. Em jinan vedixwînin meşa 25'ê Mijdarê. Em ê saet di 14.00’an de ji ber Sînemaya Yilmaz Guney heta serê Kolana Gulistanê bimeşin. Em li benda hemû jinan in."