Biryara girtina kreşan ji şaredariyên DEM Partiyê re şandin

  • 13:43 25 Mijdar 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê biryara girtina kreşên ku di nava şaredariyê de hatine vekirin ji şaredariyên DEM Partiyê re şand.
 
Biryara girtina kreşên ku di nava şaredariyê de hatibûn vekirin, ku Wezareta Jîngeh û Bajarvaniyê berê ji Partiya Komarî ya Gel (CHP) re şandibû, ji şaredariyên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) re jî şandin.
 
Biryara Dadgeha Destûra Bingehîn hate nîşandan
 
Wezaretê bi bîr xist ku Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) di qanûna şaredariyê de xala "Saziyên perwerdehiya pêşdibistanê dikarin bên vekirin" betal kir. Di berdewamiya belgenameyê de hat xwestin ku ji bo pêşî li xebatên derqanûnî bê girtin, şaredarî di derbarê xebatên perwerde û hîndekariyê yên bêdestûr de bên hişyarkirin û ji şaredariyên pêwendîdar re bê agahdarkirin ku dê li gorî bendên navborî yên der barê cihên heyî de bi astengkirina vebûnê tevbigerin. 
 
Gelek kesî bertek nîşanî biryara ku wezaretê şandibû dan. Kreşên ku di nav şaredariyê de hatin vekirin ji bo malbatan erzan bûn û ji bo ku zarok gelek zimanan û zimanê xwe yê zikmakî hîn bibin, fersendek bû.