Parlamenterên Wanê serdana esnafan kirin
- 18:45 1 Kanûn 2024
- Rojane
WAN - Parlamentera DEM Partî ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û hevserokê giştî yê KKP’ê û parlamenterê Wanê Sînan Çîftyurek çûn serdana esnafên Wanê û balkişandin ser polîtîkayên qeyûm.
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Hevserokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) û parlamenterê Wanê Sînan Çîftyurek serdana ensafan kirin. Di serdanên ji du aliyan ve hat kirin de balkişandin ser polîtîkayên qeyûm û banga piştevaniyê li gel hat kirin.
Banga piştevaniyê
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît daxuyakirin ku ew polîtîkayên qeyûm nas nkain û got divê li dijî êrîşan hemû rêxistinên girseya demokratîk dengê xwe bilind bikin û hestiyar tevbigerin.
Sînan Çîftyurek jî destnîşan kir ku bi polîtîkayên qeyûm dixwazin gelê Kurd ceza bikin û got divê gelê Kurd li dijî van polîtîkayan têbikoşin û têkoşîna rêxistinkirî bersiv bidin polîtîkayên qeyûm.
Di serdanê de bê navber dirûşmeyên ‘Qeyûm talane, jiyan berxwedane’ hat berzkirin.