Eniya Jinên Başûr: Divê em bi hemû hêza xwe li gel Rojav bin
- 09:42 4 Kanûn 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Eniya Jinên Başûr diyar kir ku divê ew bi hemû hêza xwe li gel Rojava bin û bang li gelê Kurd, welatparêz, mirovatî û bitaybet jinan kir ku li dijî êrişên li ser Rojava û konseptên tunekirinê yên li ser gelê Kurd xwedî helwest bin.
Eniya Jinên Başûr li dijî êriş û metirsiyên komên çeteyên dewleta Tirk ji bo ser gel û xaka Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyaniya Eniya Jinên Başûr wiha ye;
“Jinên Kurd û şervanên di salên borî de bi berxwedan û bedeldayîneke bêhempa karîn hebûn û hêza xwe ji cîhanê re bidin ispatkirin û bibin sembola mêrxasî û qehremaniyê. Di têkoşîna li dijî teror û dagirkeriyê û bi berxwedana xwe karîn hêzeke hovane wek DAIŞ’ê têk bibin.
Îro jî carekî din û bi plana bavê DAIŞ’ê Erdoganê faşîst û xwînrêj, ji bo ku dîsa jinan û gelê Kurd qir bike û komkujiyê li ser gelê me pêk bîne, bi navê cuda dîsa çeteyên xwe berdane ser Sûriyê û bi taybetî Rojavayê Kurdistanê.
Îro bi hezaran jin û zarok û pîr û ciwanên Rojavayê Kurdistanê di bin metirsiya komkujî û jenosîdê de ne. Ji bo ku em û gelê me û cîhan careke din nebin şahidê komkujî û jenosîdeke din li ser gelê me, pêwîste ji destpêkê hemû gelê me û mirovahî û bi taybetî jin û azadîxwazên cîhanê xwedî helwest bin û dakevin kolanan û rê li ber vê planê bigirin û komkujiya li ser gelê me pûç bikin.
Em wek Eniya Jinên Başûr bang li hemû partiyên siyasî, rêxistinan, kesên rewşenbîr û pêşengên civakê dikin ku dengê xwe bilind bikin. Eger em niha dengê xwe bilind bikin, kolanên cîhanê bihejînin û wan planên ku îro li ser Rojavayê ne pûç bikin; emê bikaribin plan û tevgerên li ser her çar parçeyên Kurdistanê pûç bikin. Herwiha berevajî vê yekê, eger em nikaribin van planan pûç bikin, wê sibê hemû Kurdistan rûbirûyê vê hovîtî, komkujiyê bibe û jenosîdeke mezin li ser gelê me bê kirin.
Her kes û alî çi bîr û baweriyeke cuda hebe jî, divê em hemû wan daynin aliyekê, bikevin tevgerê ji bo parastina xwişk û birayên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê. Her deng, çalakî û alîkariyek ji bo hilweşandin, pûçkirina van plan, metirsî, hovîtiya Erdogan û çeteyên wî gaveke pir mezin û girînge. Em jî wek Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê soz didin ku bi her awayî emê hewl bidin bibin dengê jin û gelê me yê Rojavayê Kurdistanê.”