Di 7 mehan de 7 qeyûm hatin tayînkirin

  • 09:03 28 Mijdar 2024
  • Rojane
BEDLÎS - Berdevka TJA’yê ya Bedlîsê Sureyya Aydin derbarê polîtîkayên qeyûm de nirxandin kir û wiha got: “Desthilatdariya bersiva dixwaze ji Birêz Ocalan negirt, dest bi êrişên li hember Rojava kir. Piştre êrişê destkeftiyan kir. Desthilatdarî ket zorê. Bi vî awayî jî dixwaze bi qeyûman xwe bide jiyîn.”
 
Polîtîkayên qeyûm bi salane ku tên meşandin ev sê dem in didome. Di ser pêvajoya hilbijartinên 31’ê Adarê de 7 meh derbas bû û di 7 mehan de ji bo 7 şaredariyan qeyûm hatin dayînkirin. Ji bo şaredariyên Colemêrg, Mêrdîn, Êlih, Xelfetî û Dêrsîm yên DEM Partiyê û ji bo şaredariyên Esenyurt û Pulur yên CHP’ê qeyûm hatin dayînkirin. 
 
Bi tayînkirina qeyûman ku îradeya gel tune hat hesibandin, li aliyê din jî pergala hevserokatiyê hedef hat girtin. Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) ya Bedlîsê Sureyya Aydin der barê mijarê de axivî.
 
‘Desthilatdarî bi êrîşan hewl dide li ser piyan bimîne’
 
Sureyya Aydin diyar kir ku bi tayînkirina qeyûman îradeya gel hatiye xespkirin û got pêkanîna qeyûm ya ji 2016’an dest pêkiriye heta îro hatiye û wiha vegot: “Desthilatdarî bi êrîşa li hember gel hewl dide li ser piyan bimîne. Lê em bi van tayîkirinên qeyûman dibînin ku desthilatdariyê êdî winda kiriye. Ew jî di ferqa vê de ye. Qeyûm ewil bi Colemêrgê dest pêkirin. Piştre bi Esenyurtê berdewam kir û piştre tayînê Mêrdîn, Xelfetî û Êlihê kirin. Tayînkirina Mêrdînê di esasê de li hember aştiyê bû. Birêz Abdullah Ocalan li Xelfetiyê hatibû dinê. Li Êlihê jî li hember îradeya jinê êrîş pêk hat. Her wiha yên din jî bi vê armancê pêk hatine.”
 
‘Jin li qadan e’
 
Sureyya Aydin di berdewamiyê de bi lêv kir ku tayînkirinên qeyûm bi gel re têkoşîn derxistine holê û wiha domand: “Berxwedana du hefteye li Êlihê didome û ya niha li Dêrsîmê didome berxwedanên serkeftîne. Her wiha divê hemû cîhan bibîne ku gelê Kurd ne Kurdên berê ne. Di serî de jin li qadane. Li dijî qeyûman li qadane. Divê AKP-MHP dest ji van polîtîkayan berde.Em êdî van polîtîkayan qebûl nakin.”
 
‘Desthilatdariyê bersiva ji Ocalan dixwestin negirt’
 
Sureyya Aydin di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku desthilatdarî piştî hilbijartinan xitimiye û ketiye zorê. Sureyya Aydin wiha dawî lê anî: “Desthilatdariyê bi fikra ‘em çawa ji vê zorê derkevin’ destê xwe dirêj kir. Li ser vê bi Îmraliyê re hevdîtin kir. Desthilatdariya ku bersiva dixwest negirt, dîsa bi qeyûman êrîşa kir. Bi binçavkirin, girtin û îşkenceyê bersiv da. Ewil êrişê Rojava kir. Bi qeyûman dixwaze xwe bide jiyîn.”