Nobeda sînor di roja 11'an de ye: Bila tecrîd bi dawî bibe
- 15:02 23 Kanûn 2024
- Rojane
MÊRDÎN - Li ser sînorê Qamişlo ku çalakiya nobetê ya li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike, banga "Dawî li tecrîdê bînin, pirsgirêka Kurd çareser bikin" hate kirin.
Çalakiya nobedê ya li dijî êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) hate destpêkirin di roja 11'emîn de dewam kir. Girse ji saetên sibehê ve li ser sînorê Qamişlo ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê li hev kom bûn û bi sirûd û dirûşmeyên berxwedanê çalakiya nobedê berdewam kirin.
'Bila tecrîd bi dawî bibe, pirsgirêka Kurd çareser bibe'
Fettah Tekîn ê ku di daxuyanîya ku da de ewil axivî, diyar kir ku di hefteya duyemîn de jî nobedê didomînin û wiha got: "Em dîsa ji vir bang dikin. Rêya ku dewlet dişopîne xelet e. Li şûna ku ji vir biçin Şamê. Rojava li vir e.Bila tecrîd bi dawî bibe, pirsgirêka Kurd çareser bibe."
'Kurd ji têkoşîna xwe ya bi rûmet paşve gav navêjin'
Bêrîtan Guneş Altin, destnîşan kir ku dengê gelê Kurd ji sînoran dertê û got:"Kurd heta niha ji têkoşîna xwe ya bi rûmet paşve gav neavêtine û ji niha û pê ve jî wê gavê navêjin."
Bêrîtan Guneş Altin di berdewamiya axaftina xwe de rojnamegerên hatin qetilkirin bi bîr anî û got, "Rojava teqez wê bi ser bikeve. Hemû cîhan wê rêzê ji Rojava bigire."