Rojnamegerên li ser sînorê Pirsûs-Kobanê: Em ê rastiyan biparêzin

  • 16:35 23 Kanûn 2024
  • Rojane
RIHA - MKG û DFG'ê ji bo rojnamegerên li ser sînorê Pirsûs-Kobanê hatin qetilkirin daxuyanî dan û gotin, "Em ê rastiya Nazîm û Cîhanê biparêzin."
 
Bi pêşengiya Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ji bo Rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazîm Daştan ên li ser sînorê Kobanê yê navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê balafirên bêmirov ên artêşa Tirk ve hatin qetilkirin, daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn. Tevgera Jinên Azad (TJA), Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar tevli daxuyaniyê bûn. Pankarta "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" vekirin û wêneyên rojnamegerên hatine qetilkirin, hatin hilgirtin. 
 
Daxuyanî piştî deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
 
'Em ê rastiya Nazim û Cîhanê biparêzin'
 
Li ser navê MKG’ê Rojnameger Ceylan Şahînli axivî û got, “Hevalên me ji bo heqîqetê hatin qetilkirin. Di berdewamiya êrîşên li ser Çapemeniya Azad de hevalên me hedef hatin girtin. Li Rojava rastiyek hebû û hevalên me bi nûçeyên xwe ev rastî ji me re ragihandin. Bûn hedef û hatin qetilkirin. Hevalên me yên ku xwestin ji bo hevalên me yên hatin qetilkirin dengê xwe bilind bikin hatin girtin. Ji bo me parastina Nazim û Cîhanê cihê rûmetê ye. Em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin têkoşîna wan. Weke şopdarên wan em ê têkoşîna wan bidomînin. Em ê heqîqeta Nazim û Cîhanê biparêzin."
 
'Em ê heta dawiyê li ser vê rêyê bimeşin'
 
Nûnerê DÎSK BASIN ÎŞ'ê Hakki Boltan jî got:"Em şopdarên şehîdên Çapemeniya Azad in. Em ê heta dawiyê li ser vê rêyê bimeşin. Em ê rûmeta pîşeya rojnamegeriyê biparêzin. Divê her kes li dora Çapemeniya Azad bibin yek."
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Nazîm û Cîhan rûmeta me ne” û “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” bi dawî bû.