1043 welatiyan bang kir: Ji bo aştî û demokrasiyê gavê lezgîn bavêjin
- 16:15 27 Kanûn 2024
- Rojane
ENQERE - Rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedar jî di nav de hezar û 43 kesan ji bo destpêkirina “Pêvajoya aştî û demokrasiyê” bang li avêtina gavên lezgîn kirin.
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 1043 kesayetan li dijî polîtîkayên şer û polîtîkayên çareseriya pirsgirêka Kurd bi navê "Aştî û demokrasî ji bo me hemûyan" mohra xwe danîn binê belavokekê.
Di belavokê de hate ragihandin ku Tirkiye di pêvajoyeke zehmet re derbas dibe û hate gotin, "Desthilatdariyeke welê heye ku li gel xizanî û bêhiqûqiyê hewl dide pirsgirêkan bi rêbaza tundiyê çareser bike ku piştgiriya xwe ya ji gel gelekî lawaz bûye. Tayînkirina qeyûman li şûna şaredarên hatine hilbijartin, bersiva bi tundiya polîsan a li hemberî xwepêşandanên aştiyane, zexta girtinê û hewldana çareseriya bi rêya tundiyê ya pirsgirêka Kurd aliyên cuda yên siyaseta tundiyê ye. Li aliyê din Tirkiye bi xelekeke şer hatiye dorpêçkirin. Êşa herî giran jî gelê sivîl, jin û zarok dikişînin.
Pêwîstiya me her tim bi tevgereke aştiyê heye ku Tirkiyeyê ji nava vê tundiyê rizgar bike. Aştî ne tenê bidawîbûna şerê çekdarî ye, di heman demê de jiholêrakirna sedemên nakokî û şer e. Çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane hêmaneke bingehîn a aştiya siyasî û civakî ye. Em di wê baweriyê de ne ku aştî bi çekê nabe.
Li aliyê din, şaş e ku bê dîtin ku pirsgirêka Kurd tenê li nava sînorên Tirkiyeyê ye. Heta ku Tirkiye di mijara Sûriyeyê û pirsgirêka Kurd de siyaseteke aştiayne ya bi kêrî gelan bê nemeşîne, li Tirkiyeyê zehmet e ku têkildarî pirsgirêka Kurd aştiyeke rasteqîn pêk were. Bûyerên ku ji Cotmehê û vir ve rû didin, li gel afirandina bendewariyên ji bo aştiyê, her wiha nîşan dide ku lêgerîneke desthilatdariyê ya ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd nîne.
Ji ber vê yekê, em kesayetên ku mohra xwe li binê belavokê heye, dixwazin ji bo destpêkirina pêvajoyeke aştiyê bang bikin. Ev yek di heman demê de banga ji bo demokrasî, nan, edalet, azadî, mafên mirovan û dewleta hiqûqê ye. Ji tecrûbeyan em zanin ku pirsgirêka Kurd tenê di çarçoveya demokrasiyê û mafên mirovan de dikare bê çareserkirin. Mafên Kurdan tenê bi dewleteke hiqûqê ya li ser bingeha azadî û mafên bingehîn ên her mirovî dikare pêk were. Demokrasiyeke tevlîkar tenê bi sistkirina navendîperestiya hişk dibe. Welatîbûna wekhev tenê bi hurmeta li hemû nasnameya û demokrasiyeke pirrengî dikare pêk were.
Aştî bi bidawîbûna şer pêk nayê. Ji bo aştî pêk were, divê hêmanên ku xwe bispêrin wê bêne avakirin. Lewma beriya her tiştî divê aştî li ser pîvanên hiqûqa navneteweyî ya têkildarî azadî û maf bê rûniştandin. Em di wê baweriyê de ne ku ji bo aştiyeke mayinde rêxistinên girseyî-civakî ya demokratîk gelekî girîng e."
Di belavokê de hate destnîşankirin ku ji bo aştiyeke mayinde li nava civakê ava bibe, divê jiyaneke civakî ya demokratîk, wekhev û azad bê afirandin û hate gotin, "Ji bo vê jî pêwîstî pê heye ku welatekî welê bê avakirin ku di aboriyê de parvekirin ji bo xizan û karkeran ji nû ve bê sererastkirin, pirsgirêkên birçîbûn, xizanî, bêkarî, kuştina jinan, kuştina di dema kar de, destavêtina li pitikan, perwerde, tenduristî û stargehê bê çareserkirin."
Di dawiya belavokê de hate gotin, "Em ên ku mohra xwe danîne binê belavokê, mafê xwe yê jiyana di nava aştiyê de bi kar tînin, têkildarî pirsgirêka Kurd ji bo çek bêdeng bibin û pêvajoyeke demokratîk û aştiyê bê destpêkirin, gavên pêwîst tavilê bêne avêtin."